Dewleta Tirk bi rêya Turkmenan hewl dide Kerkûkê bixe bin serweriya xwe

Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Elî Riza Gunay daxuyanî da û got Kerkûk turkmenî ye û welatê Tirkiyê piştgiriyê dide turkmenên ku lê ne.

Dewleta Tirk bi rêya Turkmenan hewl dide Kerkûkê bixe bin serweriya xwe
15 tîrmeh, 2021   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Ereb a londonî îro di raporeke xwe de daxuyaniyên balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Elî Riza Gunay ê dema çûyîna Kerkûkê bi bîr xist. Gunay gotibû Kerkûk ku piraniya wê Kurd û Ereb in û Turkmen jî lê dijîn, welatê Turkmenan e. Rojnameyê diyar kir ku ev daxuyaniyên Gunay girîngîdayîna dewleta Tirk Kerkûkê re diyar dike.

Gunay sêşemê serdana Kerkûkê kir û bi serokê eniya turkmenên Iraqê Hesen Toran re civîneke çapemeniyê li dar xist. Tê de balyozê Tirk timayên welatê wî yên di Kerkûkê de destnîşan kirin û got: “Hemû dizanin ku di dîrokê de Kerkûk bajarekî turkmenan e û gelê me li wir heye. Em dikarin wan wekî tirkên iraqî bi nav bikin. Komara Tirkiyê dê piştgiriya wan bidomîne.”

Di axaftina xwe de ku timayên dewleta Tirk ên di Kerkûkê de eşkere dike, balyozê Tirk îdia kir ku welatê wî di çarçoveya yekitiya axa Iraqê û serdestiya wê de piştgiriya Kerkûkê dike.  

Li gorî rojnameya El-Ereb zêdekirina dewleta Tirk bi destwerdana xwe ji Kerkûkê re xeteriyan li ser ewlehiya Kerkûkê çêdike û nakokiyan di navbera pêkhateyên bajêr yên Kurd, Ereb û Turkmenan de derdixe.

Ev helwesta Tirkiyê ji Kerkûkê re di referandomê de zêde diyar bû. Dema ku Kurdên li wir bang kirin ku Kerkûkê tev li axa Başûrê Kurdistanê bikin, serokê MHP`ê Devlet Bahçeli gef xwar ku piştgiriyê bide Turkmenên li Iraqê û got: “5 hezar endamên partiyê amade ne tev li têkoşîna turkmenên li Kerkûkê û bajarên Turkmen ên din ên li Iraqê bibin. Ew Turkmen ne bi tenê ne û em wan bê welat nahêlin.”

(şx)