El-Sedir: Em beşdarî hibijartinên parlamantoya Iraqê nabin

Serokê şepêla El-Sedir Muqteda El-Sedir îro got ew beşdarî hilbijartinên Iraqê nabin û piştgiriya tu partiyan nakin.

El-Sedir: Em beşdarî hibijartinên parlamantoya Iraqê nabin
15 tîrmeh, 2021   11:41
 NAVENDA NÛÇEAN

Bloka “Sairûn” ku El-Sedir serkêşiya wê dike, sala 2018`an di hibijartinin parlamantoyê de bi ser ket û 54 kursî bi dest xist.

Li Iraqê bi milyonan alîgirên El-Sedir hene û komeke mezin a nîv leşkerî di bin serweriya wê de ye. El-Sedir ji beriya demeke dirêj ve dijberê Amerîka ye, her wiha li dijî hebûna Îranê li Iraqê ye.

Muqteda El-Sedir têkildarî mijarê ji televizyoneke iraqî re wiha axivî: “Ji bo em karibin axa Iraqê ya mayî biparêzin û welêt rizgar bikin, ez beşdarî van hibijartinan nabim. Ez desteka xwe ji hikûmeta heyî û hikûmeta ku dê were avakirin jî dikişinim.”

El-Sedir hişyarî da ku çarenûsa Iraqê wekî çarenûsa Sûriye, Efganistan û hwd nebe, ku bûn qurbaniyên siyasetên hundirîn, herêmî û navneteweyî.

(cx)