UNICEF koçberên Efrînê ji ava vexwarinê bê par dihêle

Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê bang li rêxisitna UNICEF`ê kir ku careke din biryara xwe ya têkildarî kêmkirina miqdara avê ya ji bo koçberên Efrînê di ber çavan re derbas bike.

UNICEF koçberên Efrînê ji ava vexwarinê bê par dihêle
15 tîrmeh, 2021   10:59
ŞEHBA

Rêxistina UNICEF ji yekşemê ve para koçberên Efrînê û kantona Şehbayê ji ava vexwarinê daxiste nîvî. Bi gotineke din berê rojane 2 hezar û 400 metrekab av dida koçberan, lê niha av daxist hezar metrekab. Di encamê de 38 gund û 3 navçeyên ku koçberên Efrînê lê dimînin bê av man.

Bi dehan endamên Desteya Şaredariyan a herêma Efrînê îro li pêşiya navenda xwe ya li gundê Til Sûsînê yê Şehbayê kom bûn.

Hevseroka Desteya Şaredariyan Melek El-Hisên, hevserokê Desteya Şaredariyan Fayiq Ehmed û endama desteyê Şervîn Şêxo daxuyaniya desteyê bi zimanên erebî, îngilîzî û kurdî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Nêzî 3 sal û nîv li ser dagirkirin Efrînê û koçberbûna şêniyên wê ber bi herêmên Şehbayê ve derbas bûn. Ruxmî wêranbûna binesaziya herêmê, lê şêniyên Efrînê di malan de bi cih bûn. Di destpêka koçberiyê de rêxistina UNICEF`ê depoyên ava vexwarinê ji şêniyên Efrînê û hinek herêmên Şehbayê re peyda kirin. Rojane heta dîroka 10`ê Tîrmehê depo bi 2 hezar û 400 metrekab av tijî dikir.

Lê ji 11`ê Tîrmehê ve rêxistinê miqdara avê kêm kir li şûna miqdara berê tenê hezar metrekab av ji herêmê re peyda dike. Li gel ku di zivistanê de baran kêm barî, bi hatina havînê û bilindbûna pileyên germahiyê re ava bîran jî kêm e û pêwîstiya herêmê bi ava vexwarinê heye.

Mixabin wek aliyekî ku bê pere xebatan ji koçberan re pêşkêş dike, em ji ber biryara UNICEF`ê matmayî man ku miqdara avê kêm kir û di encamê de 38 gund û 3 navçe ji avê bê par man ku koçber lê dimînin.

UNICEF berpirsa encamên kêmkirina miqdara avê ye. Tê zanîn ku Desteya Neteweyên Yekbûyî (NY) sponseriya rêxistinên navneteweyî dike û piştgiriya mirovî ji gelên koçber re pêşkêş dike. Lê mixabin ew jî bi xemsarî nêzî van gelan dibe ku pêwîstiya wan bi desteka mirovî heye. Heta ku azarên wan sivik bibin.

Ev biryara UNICEF`ê ne li gorî armanc û pêdiviyên koçberan e. Em bang li UNICEF dikin ku careke din vê biryarê di ber çavan re derbas bike. Her wiha em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin da ku desteka pêwîst ji 80 hezar koçberî re pêşkêş bikin.”

(şx)

ANHA