​​​​​​​HRE: Di çalakiyên hêzên me de 9 dagirker hatin kuştin  

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Efrîn û Babê yên dagirkirî rêzeçalakî li dar xistine. Di wan çalakiyan de 6 çete û 3 leşker hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

​​​​​​​HRE: Di çalakiyên hêzên me de 9 dagirker hatin kuştin  
15 tîrmeh, 2021   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Bab, Marê û Efrîna dagirkirî çalakiyên bersivdanê yên bi bandor li dar dixin.

Daxuyaniya HRE`yê wiha ye:

"Li hember artêşa dagirker û çeteyên wê çalakiyên me yên bersivdayinê berdewam dikin. Li hember dagirkeran li herêmên Bab, Marê, Şera û Şêrawa çalakiyên bi bandor hatin li dar xistin.

Di roja 27`ê Hezîranê de, li Babê li hember çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû. Erebeyek çeteyan hat rûxandin.

Di rojên 5 û 6`ê Tîrmehê de, li nêzî bajarokê Marê, di encama çalakiyên sekvanî de 3 çete hatin kuştin.

Di roja 14`ê Tîrmehê de, li nêzî bajarokê Marê, di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin. Di heman rojê de, li gundê Meryemînê yê navçeya Şera, li hember çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de erebeyeke çeteyan hat rûxandin. Di heman rojê de li gundê Gobelê yê navçeya Şêrewa, li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî 3 leşker hatin kuştin, erebeyeke zirxî ya bi cureya Kîrpî û nuqteyek cebilxanê hatin rûxandin."

Di wan çalakiyan de bi giştî, 6 çete û 3 leşker hatin kuştin û çeteyek jî brîndar bû.