Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li dozgeriyê dan.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15 tîrmeh, 2021   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an dema dîlgirtina bi komploya navneteweyî û vir ve li Girtîgeha bi Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê li gel birayê xwe axivîbû û axaftina telefonê hatibû birîn.

Rêber Abudullah Ocalan piştî 8 salan cara pêşî 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an bi parêzerên xwe re hev dîtibû. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û wir ve hemû serlêdan bêbersiv hatin hiştin.