​​​​​​​Gelo mercên Talîban ji bo agirbestê çi ne?

Tevgera Talîban daxwaz kir ku hikumeta Efganistanê 7 hezar alîgirên wê serbest berde û navên serokên wê ji lîsteya reş a navneteweyî derxîne, da ku agirbestekê sê mehan ragihîne.

​​​​​​​Gelo mercên Talîban ji bo agirbestê çi ne?
15 tîrmeh, 2021   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Efganistanê piştrast kir ku tevgera Talîban planek ji bo ragihandina agirbesta sê mehan li welatê bi mercên taybet pêşkêş kir.

Li gorî tora Russia Today, endamekî tîma danûstandinan yê hikumetê, Nadir Nadirî di civînek çapemeniyê de ku li Kabul hate lidarxistin, got mercên tevgera Talîban serbestberdana 7 hezar alîgirên wê yên girtî û rakirina navên serokên wê ji lîsteya reş a navneteweyî ye.

Nadirî wiha domand: "Me dît ku çawa serbestberdana 5 hezar girtiyên Talîban rewş baştir nekir, berovajî vê yekê asta tundiyê zêde kir."

Serokê Efganistanê, Eşref Xenî duh soz dabû ku rewş li welêt dê di nav sê mehan de baştir bibe û "pişta" Talîban bişkîne.

(dx)