Rûniştina jinûveguherîna reşnivîsa hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser dest pê kir

Beriya çenda kêliyan rûniştina yekemîn a komîteya jinûveguherîna reşnivîsa hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser li bajarê Hesekê, dest pê kir.

Rûniştina jinûveguherîna reşnivîsa hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser dest pê kir
15 tîrmeh, 2021   09:35
HESEKÊ

Rûniştin li Hola Serdem a li Hesekê tê lidarxistin û 150 endam û nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên ciwanan, saziyên civaka sivîl û tevgerên jinan beşdarê bûne.

Di rûniştinê de dê hevserokên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Sîham Qeryo û Ferîd Etî biaxivin.

Tê payîn ku civîn bi hin pêşniyarên der barê jinûveguherîna bendên reşnivîsa hevpeymana civakî de bi dawî bibe.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rG9vuu5K1Pg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>