Banga şervanekî Idlibî: Nekevin xefka dewleta Tirk, tev li QSD`ê bibin

Şervanekî QSD`ê yê ji Idlibê hişyarî da kesên ji Sûriyê yên tev li dewleta Tirk dibin ku nekevin xefka dewleta Tirk û bang li wan kir ku tev li nava QSD`ê bibin da ku yekitiya xak û gelê Sûriyê biparêzin, li hemberî dagirkeran bisekinin û axa xwe rizgar bikin.

Banga şervanekî Idlibî: Nekevin xefka dewleta Tirk, tev li QSD`ê bibin
15 tîrmeh, 2021   07:19
EYN ÎSA-DICLE EHMED

Şervanê bi navê Ebdulhemîd Bêtar (Ebdo El-Idlibî) ku ji bajar El-Dana yê parêzgeha Idlibê ye, ji beriya zêdetirî salekê ve tev li nava refên QSD`ê bûye. El-Idlibî ji ber hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û topbarana hikumeta Sûriyê li dijî herêmê, tevî malbata xwe koçî bajarê Tebqa yê bakur rojhilatê Sûriyê bû.

Ebdo El-Idlibî li eniyên navçeya Eyn Îsayê li hemberî artêşa Tirk a dagikrer şer dike û mil bi mil li kêleka şervanên ji pêkhateyên din xaka Sûriyê diparêze.

Ebdo El-Idlibî astengiyên ku di nava tevlîheviya li herêmê de derbas kirine, wiha vedibêje: "Topbarana balafiran ji hemû aliyan ve em bêserûber dorpêç kiribûn. Her wiha bi awayekî domdar li dijî kiryarên wekî revandin, girtin, kuştin, dizî û talankirin pêk dihatin. Jiyan li herêmên serweriya rejîma Sûriyê û dewleta Tirk û çeteyên wê, pir zehmet bûye."

El-Idlibî wiha domand: "Me biryar da ku em ber bi herêmên ewle yên li Sûriyê ve biçin. Me dît ku herêmên di bin serweriya QSD`ê de, herêmên Sûriyê yên herî zêde bi ewle û îstiqrar in. Ji ber wê em û bi hezeran malbatên Idlibê û parêzgehên din ên Sûriyê, me berê xwe da bajarê Tebqayê. Dema em gihaştin Tebqayê ji me re cih û cil hatin peydakirin. Ne tenê alîkariya malbata min hate kirin, lê belê ji bo bi hezeran malbatên ku koçberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne re alîkarî hate dayîn. Gelê ku ji parêzgehên Sûriyê weke Dera, Idlib, Hema, Heleb û herêmên ku şer lê rû dida, reviyane. Kamp û mal ji wan re hatin vekirin da ku wan bi cih bikin û hemû alîkariyên mirovî, madî û manewî hatin pêşkêşkirin."

PARASTINA XAK Û GELÊ SÛRIYÊ ERKA ME YE

Piştî ku Ebdo El-Idlibî malbata xwe li bajarê Tebqayê bi cih kir, tev li nava QSD`ê bû û ev zêdetirî salekê ye parastina xak û gelê Sûriyê dike. El-Idlibî dibîne ku parastin erkeke dikeve ser milê hemû welatiyên Sûriyê û dibêje: “Divê rûmeta gelê Sûriyê bê parastin û li hemberî dagirker û mêtîngerên li Sûriyê bê sekinadin.“

Ebdo El-Idlibî diyar kir ku rastî, ewlehî, aramî di nava QSD`ê de heye û cudahî di navbera kesî de tune ye û wiha domand: “Hêzên hikumeta Şamê û dewleta Tirk û çeteyên wê li parêzgehên di bin serweriya xwe de cudahiyê dixin navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de, tevlîheviyê û şer di navbera pêkhateyên herêmê de derdixom. Wekî ku di demên dawîn de li bajarê Minbicê bi rêya ajanên xwe fitine di navbera gel, hêzên leşkerî û eşîreyan de derxist.”

El-Idlibî teqez kir ku hevgirtin û yekitiya di nava şêniyên Minbicê û saziyên sivîl û hêzên leşkerî de planên dagirkeran vala derxist.

NEKEVIN XEFKA KU JI WE RE HATIYE DAYÎN

Ebdo El-Idlibî peyamek ji kesên sûrî yên tev li çeteyên dewleta Tirk bûne re, şand û ev tişt anî ziman: "Bi pere û derewên dagirkeriya Tirk neyên xapandin. Nekevin xefkê. Ji bo miqdareke pere neçin Lîbyayê û herêmên derveyî Sûriyê. Dewleta Tirk we bi pereyan dixapîne û we dikşîne aliyê xwe. Ew gelê Sûriyê parçe dike da ku herêmên me weke Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên Sûriyê dagir bike."

Ebdo El-Idlibî bang li çeteyên ji Sûriyê kir ku li welatê xwe vegerin û tev li nava refên QSD`ê bibin, ku  û wiha lê zêde kir: “QSD`ê ku ji bo parastina xaka, rûmet û gelê we şer dike û tu cudahiyê naxe navbera tu ol, mezheb û pêkhateyên Sûriyê de."

Ebdo El-Idlibî wiha domand: "Xak, doza û armancên me yekin. Li malbat û zarokên xwe vegerin û li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bikin."

DEWLETA TIRK GUHERTINA DEMOGRAFÎK PÊK TÎNE

Têkildarî rewşa şêniyan, siyaseta tirkkirinê ku dewleta Tirk li xaka Sûriyê û herêmên ku dagir kiriye dimeşîne, Ebdo El-Idlibî ev tişt gotin: "Dewleta Tirk mêjiyê ciwanên Sûriyê ku di nava wan de ne, şûştiye. Nasname û çanda wan bi hinek pere guhertiye. Dewleta Tirk meteriyalên erebî bi yên tirkî diguhêre û di dibistana de zimanê tirkî fêrî xwendekaran dike. Her wiha zimanê Tirkî li zarokan ferz dike û nasnameya sûrî bi ya tirî dighêre. Nifşan fêrî urf û adetên cuda dike û ol bi rêbazên şaş belav dike. Dixebite da ku sebmolên dîrokê yên ereb û resen bigherîne û talan, dizî, kuştin û revandinê dike."

Di dawiyê de şervanê Idlibî yê di nava QSD`ê de Ebdo El-Idlibî ji gelê Sûriyê û muslimanên li herêmên ku dewleta Tirk dagir kiriye, hêvî kir ku li dijî dagirkeran serî hildin, serî ji wan re ne tewînin û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku QSD`ê wan diparêze, parastina yekitî û gelê wê dike vegerin û jiyana di bin sîwana wan de bi rûmet û ewle ye.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/a8CyLza_yXE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>