​​​​​​​Çalakiyên meha çandê li Hesekê didomin

Çalakiyên meha çandê ku Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk daye destpêkirin li bajarê Hesekê didomin.

​​​​​​​Çalakiyên meha çandê li Hesekê didomin
​​​​​​​Çalakiyên meha çandê li Hesekê didomin
​​​​​​​Çalakiyên meha çandê li Hesekê didomin
​​​​​​​Çalakiyên meha çandê li Hesekê didomin
​​​​​​​Çalakiyên meha çandê li Hesekê didomin
​​​​​​​Çalakiyên meha çandê li Hesekê didomin
13 tîrmeh, 2021   19:39
HESEKÊ

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê di 9’ê vê mehê de çalakiyên meha çand û hunerê bi diruşma "Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" dest pê kirin û dê heta 26’ê Tîrmehê bidomin.

Çalakiyên meha çandê piştî ku li Qamişloyê bi dawî bûn, duh li Hesekê dest pê kirin.

Di çalakiya roja duyemîn de şanoya "Giyayên şewitî" li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê hate pêşandan.

Di pêşandana şanoyê de, bi dehan endamên Tevgera Çand û Hunerê, endamên saziyên sivîl û şêniyên Hesekê amade bûn.

Şano ji berhema Komîngeha Rojava ya Şano ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, hûnandin û derhênerî Raperîn Hesen Kilkawî û Ednan Mistefa ne. Şano balê dikişîne ser koçberên ji herêmên Efrîn û Serêkaniyê, azarên koçberiya li kampan û hêviya vegerê ye. Her wiha îşaretê bi berjewendiyên hin kesan ku rewşên koçberan li gorî xwe bi kar tînin dike.

Tê payîn ku dê di çalakiya sibe de sînevîzyonek li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê were pêşandan.

(fr)

ANHA