Şêniyên Helebê bi meşekê banga yekitiya neteweyî kir

Bi diruşma "Bi yektiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibin û rê li ber şerê navxweyî bigirin", bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşek li dar xist.

Şêniyên Helebê bi meşekê banga yekitiya neteweyî kir
Şêniyên Helebê bi meşekê banga yekitiya neteweyî kir
Şêniyên Helebê bi meşekê banga yekitiya neteweyî kir
Şêniyên Helebê bi meşekê banga yekitiya neteweyî kir
Şêniyên Helebê bi meşekê banga yekitiya neteweyî kir
13 tîrmeh, 2021   19:24
HELEB

Şêniyan bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Ji yekitiya neteweyî re erê.. ji xiyanet û dagirkeriya Tirk re na" ji pêşiya hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqûsdê dest bi meşekê kirin. Di meşê de diruşmeyên banga yekitiya neteweyî ya kurdî hatin berzikin.

Meş li ber navenda meclisa taxa Şêxmeqsûd a rojava rawestiya û ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endamê Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Qazqilî Hisên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û banga hevgirtin sekina li hemberî dagirkeriyê li partî û hêzên kurdî kir.

Endama Kongreya Star Elîfe Hisên jî anî ziman ku dijminê gelê Kurd hewl dide kurdan qir bike, nasname û hebûna wan îmha bike û wiha domand: "Bi armanca dagirkirina xaka kurdan gelek komkujî li dijî kurdan pêk anîn. Ev siyaset û qirkirin ji ber neyekitiyan kurdan e, berjewendiyên dewletên kapîtalîzmê di parçekirina kurdan de ye."

Elîfe Hisên banga yekitiya neteweyî li hêzên kurdî û xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan kir.

Çalakî bi diruşmeyên banga avakirina yekitiya kurdî bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NbRhfXFo-R8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>