Li Til Rifetê çalakiyên hefteya çandê di roja sêyemîn de didomin

Li navçeya Til Rifetê, çalakiyên hefteya çandê bi diruşma "Bi çanda Hîlala Zêrîn û hunera gelê şoreşger em ê dagirkeriyê têk bibin" berdewam dikin.

Li Til Rifetê çalakiyên hefteya çandê di roja sêyemîn de didomin
Li Til Rifetê çalakiyên hefteya çandê di roja sêyemîn de didomin
Li Til Rifetê çalakiyên hefteya çandê di roja sêyemîn de didomin
Li Til Rifetê çalakiyên hefteya çandê di roja sêyemîn de didomin
Li Til Rifetê çalakiyên hefteya çandê di roja sêyemîn de didomin
Li Til Rifetê çalakiyên hefteya çandê di roja sêyemîn de didomin
Li Til Rifetê çalakiyên hefteya çandê di roja sêyemîn de didomin
Li Til Rifetê çalakiyên hefteya çandê di roja sêyemîn de didomin
Li Til Rifetê çalakiyên hefteya çandê di roja sêyemîn de didomin
13 tîrmeh, 2021   19:57
ŞEHBA

Çalakiyên hefteya çandê ya ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê ve hatiye organîzekirin, bi beşdarbûna bi sedan şêniyan û komên hunerî di roja sêyemîn de li navçeya Til Rifetê didomin.

Çalakî di qeyeke rêzgitinê dest pê kirin, dûvre endamê rêveber ê Tevgera Hîlala Zêrîn Ronahî Şêxo li ser armanca vê çalakiyê axivî û wiha got: "Armanc jê parastina çanda dayikê ye ya ku bi hezaran sal xwe parastiye û ji xaka Mezopotamyayê dest pê kiriye."

Ronahî Şêxo wiha domand: "Em hewl didin bi rêya vê çalakiyê çanda kurdî  vejînin, ber ku dewleta Tirk hewl dide çand û nasnameya Kurd, bi taybet li kantona Efrînê ya dagirkirî têk bibe."

Piştî axaftinê, koma Şehîd Hêva stranên şoreşgerî pêşkêş kirin, koma Şehîd Viyan Soran dîlaneke folklorîk a taybet bi Efrînê pêşkêş kir, her wiha dayika Emîne Zênkî stranên gelêrî yên efrînî gotin, koma Şehîd Barîn şanoyek li ser hezkirna xak, çand û çandina daran pêşanda.

Li dawiyê jî, cilên folklorîk ên hin herêm û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA