Cotkarên gundewarên bakurê Reqayê ji ber rêya giştî gazincan dikin

Cotkarên gundewarên bakurê Reqayê anîn ziman ku toza erebeyan a li ser rêya giştî ya Hezîme – Til El-Semin bandorê li berhemên wan ên çandiniyê dike û bang li aliyên peywendîdar kirin ku çareseriyekê ji bo vê pirsgirêkê peyda bikin.

Cotkarên gundewarên bakurê Reqayê ji ber rêya giştî gazincan dikin
13 tîrmeh, 2021   08:40
REQA – EHMED EL-ELÎ

Cotkarên navçeya Hezîme ji ber rêya giştî ya Hezîma – Til El-Semin û toza ku ji erebeyên di ser rêya giştî re derbas dibin derdikeve, gazinc kirin.

Li gorî cotkaran ku ew toz dihêle zeviyên bembo û sebze telef bibin û nexweşî di nava zeviyan de çêbibe û zû bi zû bi dermanan nayê çareserkirin.

Cotkarê bi navê Ehmed El-Kedro destnîşan kir ku zeviyên li seranserî rê zerar dîtine û wiha domand: "Her 1 donim zevî bi 700 hezar lîreyên Sûrî hatine çandin û zeviyên wan bi telefbûnê re rû bi rû ye. Her wiha toz zerarê dide zarok û xebatkarên ku di nava zeviyan de dixebitin."

El-Kedro got gelek caran wan xwestekên xwe yên ji bo qîrkirina rêya giştî pêkêş kirine.

Serokê Komeleya Merc El-Zîbat Mihemed El-Faris têkildarî mijarê ev tişt got: "Ji beriya du salan ve cotkar vê azara vê pirsgirêkê dikşînin. Em bang li aliyên peywendîdar dikin ku vê pirsgirêkê di ber çavan re derbas bikin."

/ar/uploads/files/2021/07/13/081135_mzarawn-fy-ryf-alrqh-alshmaly-ytalbwn-btzfyt-altryq-alaam-linqath-mzrwaathm-28629.webp

Her wiha Hevseroka Komîteya Rêveberiya herêmî û şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê Şêrîn Elî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Ev rê di ber çavan re hatiye derbaskirin. Çareseriya wê ku rê bi madeya "bîtomînê" were dagirtin."

 

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6CpqJio08B0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>