Talîbanê dewleta Tirk ji mayîna li Efanistanê hişyar kir

Tevgera Talîban dewleta Tirk ji hiştina hêzên xwe li Efganistanê ji bo parastin û rêvebirina balafirgeha Kabûlê, hişyar kir û got: “Delweta ku wê yekê bike, em ê wê wekî dagirker bihesibînin.”

Talîbanê dewleta Tirk ji mayîna li Efanistanê hişyar kir
13 tîrmeh, 2021   08:27
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê tevgera Talîban Zebîhallah Mucahid ji rojnameya El-Ereb News a Siûdiyê re wiha got: “Tirkiyê beriya 20 salan bi NATO`yê re li Efganistanê bû. Ger niha bixwaze bimîne, bê guman em wê wekî dewleteke dagirker bihesibînin û li dijî wê tevbigerin.”

Ji ber ku Tirkiye tekane dewleta Îslam ya endama NATO`yê ye, kêm caran hêzên Tirkiyê rastî êrişa Talîban an komên din ên li Efganistanê hatiye. Mucahid got ku Talîban her tim xwestiye têkiliyên baş bi Tirkiyê re deyne.

Mucahid, çavdêriya Enqerayê li ser balafirgeha Kabûlê red kir û got: “Gelek xalên me yên hevbeş bi Tirkiyê re hene, ew misliman in. Lê belê heke derbas bûn û hêzên xwe li vir hiştin, dê berpirsiyariyê rakin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Înê gotibû ku Enqera tevî Washingtonê gihaştiye peymaneke bi şert da ku piştî vekişîna NATO`yê, balafirgeha Kabûlê bi rêve bibe.

Ewlehiya balafirgehê ji bo rêwîtiyên leşkerî û sivîl û koordîdora bi ewle ya komên alîkariyan ên navneteweyî û dîplomatan li Eganistanê, gelek girîng e.

Hêjayî bibîrxisitnê ye ku zêdetirî 500 leşkerên Tirk li Efaganistanê hene, hinek ji wan hêzên ewlekariyê perwerde dikin, hinekên din jî di balafirgeha Hamid Kerzayî ya navneteweyî de kar dikin.

Piştî vekişîna hêzên NATO`yê di 1`ê Gulanê de, tevgera Talîban li gelek herêman û di nav de herêmên nêzî Kabûlê, destkeftiyên herêmî yên bi lez bi dest xistin.

Hefteya borî, serokê Amerîka Jeo Biden gotibû ku heta 31`ê Tebaxê dê hemû hêzên biyanî ji welêt derkevin. Rayedarên Amerîka û Brîtanyayê jî gotin ku ew ê ji bo perwerdekirina hêzên Efganistanê û ji ber sedemên ewlehiyê, ji welêt derkevin.

(cx)