Li çolistanê, di navbera hêzên Hikumeta Şamê û DAIŞ'ê de şer rû da

Di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ'ê de li eniyên çolistana Sûriyê, şer rû da. Di encamê de 5 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li çolistanê, di navbera hêzên Hikumeta Şamê û DAIŞ'ê de şer rû da
13 tîrmeh, 2021   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), li eniyên çolistana Resafê ya gundewarên Reqayê de, di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê û çeteyên DAIŞ'ê şer rû da.

SOHR'ê ragihand ku di encama şer de, 5 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn. Her wiha heta niha têkildarî kuştî û birîndarên çeteyên DAIŞ`ê, tu agahî nehatin bidestxistin.

(dm)