​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rêveberiya Biden dê hêza xwe li Sûriyê kêm neke

Rojnameyên erebî yên îro behsa siyaseta Amerîka li Sûriyê, danûstandinên Viyena yên têkildarî Îranê û aloziya Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rêveberiya Biden dê hêza xwe li Sûriyê kêm neke
13 tîrmeh, 2021   07:02
NAVENDA NÛÇEYAN

RÊVEBERIYA BIDEN DÊ HÊZA XWE LI SÛRIYÊ KÊM NEKE

Rojnameya El-Ereb di kar û barên Sûriyê de wiha nivîsî: “Di demên dawîn de DYA`yê hêza xwe ya leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir. Ev yek bi daxuyaniyên rayedarên Amerîkayê yên têkildarî hiştina hêzeke kêm li herêmê ji bo dûrxistina xeteriya DAIŞ`ê re, li hev nayê.

Derdorên ku rewşa Sûriyê dişopînin dibêjin, “xuya ye rêveberiya Biden dê hêza xwe li Rojhilatê Navîn kêm bike, lê Sûriyê ne di nav de ye. Ev yek jî vedigere du faktorên sereke, ya yekemîn ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser, ya din jî da ku rê nedin Îranê û mîlîsên wê ku zêdetir li rojhilatê Sûriyê bi cih bibin û bixin bin kontrola xwe, ku ew yek dê ne tenê ji bo berjewendiyên Amerîka lê belê ji bo hevalbendên stratejîk ên li herêmê û di serî de Îsraîlê jî, dê bandorek mezin bike.

DYA`ê li zêdetirî welatekî Rojhilata Navîn di çarçoveya plana jinûve belavkirina hêza xwe li ser asta cîhanê de, dest bi kêmkirina hêza xwe ya leşkerî kir.

Jinûve belavkirina hêza Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê hemwextî zêdebûna êrişên li dijî baregeh û nuqteyên Amerîka û nexasim ên li Dêrazorê, pêk tê.

Çavdêrên rewşa Sûriyê dibêjin ku rêveberiya serok Biden bi nêrîneke cuda li hebûna leşkerî ya yekser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinêre û dibîne ku rewşa heyî li ser wan ferz dike ku hêza xwe xurt bikin.

Rêveberiya Trump di mehên dawîn ên wîlayeta xwe de hejmara hêzên Amerîka yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêm kiribû, piraniya wan veguhestibûn herêma Kurdistanê û yên mayî jî ji bo parastina zeviyê petrolê li Dêrazor û Reqayê mabûn.

Çavdêr dibînin ku ruxmî daxuyaniyên Amerîkayê yên bi nakok jî, lê belê di dema niha de nîşaneyên niyeta zêdekirina hebûna Amerîka li Sûriyê hene. Her wiha destnîşan kirin ku ew yek ne tenê ji bo metirsiyên ji belavbûna Îranê û ji bo piştgirîdayîna Rêveberiya Xweser û Kurdan e, lê belê ji bo dewamkirina zextê li ser rejîma serok Beşar El-Esed, ku vê dawiyê hebûna Amerîka li Sûriyê bi “dagirkeriyê” bi nav kiribû.”

DOZA “DANÛSTANINÊN VIYENA” BO HIKUMETA REÎSÎ HATE VEGUHESTIN

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Îranê wiha nivîsî: “Duh wezîrê Karên Derve ya Îranê Mihemed Cewad Zarîfî têkildarî peymana nukleerî ya sala 2015`an raporek pêşkêşî parlamantoyê kiribû. Di raporê de pêşketinên gera 7`emîn a danûstandinên yekser di navbera Washington û Tehranê de yên ji bo vejandina peymanê, ji bo hikumeta serok Îbrahîm Reîsî hate veguhestin. Reîsî dê 5`ê Tebaxa bê dest bi kar bike.

Zarîfî hêvî kir ku danûstandinên meha Nîsanê dest pê kirine, bigihêjin serî.

Zarîf di 44 rûpelên raporê de ku bi giştî 262 rûpelem behsa pêşketinên peymana nukleerî û danûstandinên Viyena dike.”

EWRUPÎ LI SER FERZKIRINA CEZAYAN LI HIN DERDORÊN LUBNANÎ LI HEV DIKIN

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lubnanê wiha got: “Fransayê teqez kir ku erêkirineke giştî ya siyasî ya ewrupî heye da ku beriya dawiya vê mehê ceza li dijî hin derdorên Lubnanî bên ferzkirin.

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian duh piştî civîneke wezîrên derve yên welatên Yekitiya Ewrupayê ya li paytexta Belçîka Brukselê, wiha gotibû: “Me ji beriya demeke dirêj ve bang li rayedarên Lubnanê kiriye ku hikumetê ava bikin û dest bi sererastkirinan bikin, lê belê bersiv nedan. Em gihaştin lihevkirineke siyasî, da ku em dest bi ferzkirina cezayan bikin. Ev yek dê beriya salvegera yekemîn a teqîna bendera Beyrûtê amade be. Ev ceza wekî amûreke zextê li rayedarên Lubnanê ye da ku hikumetê ava bikin û dest bi rêgeha sererastkirinê bikin.”

(cx)