Tirkiye di qetilkirin û tundiya li ser jinan de di asta jor de ye

Dewleta Tirk di nêzîkatiyên xwe yên bi jinan re rêbazeke hişk û hovane bi kar tîne. Bi vê yekê di sûcên qetilkirin û tundiya li ser jinan de di rêza yekemîn de ye. Profesora zanistên siyasî Fernaz Atiye got, dewleta Tirk bi demê re bi jinan re hovîttir, hişktir û desthilattir dibe.

Tirkiye di qetilkirin û tundiya li ser jinan de di asta jor de ye
13 tîrmeh, 2021   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Çalakvana siyasî û endamê HDP`ê Denîz Poyraz di rêzesûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan û çalakvanên kurd de, qurbaniya herî dawî ye.

Sûca ku faşîstê Tirk ê bi navê Enver Kanguru pêk aniye, asta kîndariya AKP û hevalbendên wê yên li dijî muxalifan nexasim jinan nîşan dide.

17`ê Hezîranê li pêşiya qaşo hêzên ewlehiyê, çeteyê faşîst Kanguru Deniz Poyraz kir hedef û encamê de şehîd bû.

`PÊŞENGÊN AZADIYÊ DIJMINÊN XWE RIHET NAHÊLIN`

Dijminê herî mezin ê azadiyê Erdogan ji muxalifan nexasim jinên siyasetmedar ku hewl didin mafên xwe û mafên gelê xwe bi dest bixin ditirse. Li ku derê be muxalifên xwe bi taybet jinan dikuje.

Hemwextî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çeteyan sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12`ê Cotmeha 2019`an de qetil kir. 

QETILKIRINA JINAN DINIXUMÎNIN

Li Tirkiye nixumandina sûcên qetilkirina jinan û derewandina wan berdewam in ku weke bûyerên xwekuştinê têne nîşandan. Dadgeha Tirkiyê ku di bin bandora mêran de ye piraniya dozên kuştina jinan vedigerîne bûyerên xwekuştinê. Parêzvanên mafên jinan ji vê tawanê bi şik û guman in.

Çavdêrên vî warî diyar kirin ku bûyerên qetlikirina jinan di bin navê xwekuştinê de tên veşartin.

LIHEVKIRIN HEBE TUNE BE ÇARANÛS YEK E

Li Tirkiye tundiya li dijî jinan zêde dibe bêyî ku hesab were xwestin. Li gorî pêşbiniyan, ihtîmal heye ku bi vekişîna ji lihevkirina Stenbolê re rêjeya tundiyê zêdetir bibe. Ruxmî hebûna lihevkirinê lê di dirêjahiya 10 salan de jin nehatin parastin. Di dirêjahiya hebûna lihevkirinê de rojane jin dihatin kuştin.

Di 20`ê Adarê de serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê da. Ev biryar 1`ê Tîrmehê bi awayekî fermî kete meriyetê. Li hemberî wê pêla nerzîbûnê li welêt çêbû.

Çavdêr diyar dikin ku rêgezên qanûnî yên Peymana Stebolê û gavên ku li ser hatine lihevkirin pêk nedihatin. Tenê eger desthildara dadwerî û desthilata xilaskirina qanûnê lihevkirin pêk bînin, wê demê tundî û cudabûn li dijî jinan pêk nayê. Ev tê wateya ku heke Tirkiye endameke peymanê be yan jî na çaranûsa jinan yek e.

Dewleta Tirk sala 2011`an tevî 45 dewletan di nav de Konseya Ewropayê peyman îmze kir. Li gorî wê soz da ku tundiyamalbatî qedexe bike û li ser asta dadwerî li dijî wê be. Her wiha rê li pêşiya wê bigire û wekheviyê xurt bike.

JIN DI XETERIYE DE NE

Tundiya malbatê û kuştina jinan li welêt pirsgirêkeke gelek xeternak e. Hejmara van sûcan ji serdemekê ve zêde dibe. Li gorî Forma Hiqûqî ya `Em ê kuştina jinan rawestînin`, di 2020`an de 300 jin ji aliyê hevserên xwe ve yan jî hevserên xwe berê ve hatine qetilkirin. Jê 171 kuştinên bi `Guman` sinifandin û xwekuştinê hene. Her wiha bi bîr xist ku ji destpêka 2021`an ve 189 jin hatine qetilkirin.

Zihniyeta mêran a serwer û desthilatdar her tim ji hêza jinan ditirse. Ji bo rê li pêşiya wê hêzê bigirin, ev zihniyet her tim jinên aktîv, çalakvan û pêşeng bi hemû rêbazan dike hedef û bi rêbazên hovane dikuje.

GOTIN DÛRÎ KIRINAN E

Kirin û gotinên Erdogan bi nakok in. Ew îdia dike ku mafên jinan diparêze. Lê hêzên wî êrişî çalakvan û parêzvanên mafên jinan ên ku  hemberî vekişîna ji Peymana Stenbolê daketin qadan, kirin, li gel ku rêjeya bûyerên kuştinê û tundiya li dijî jinan zêde dibe.

DURÛTIYA RÊXISTINÊN HIQÛQÎ YÊN NAVNETEWEYÎ

Rêxistinên navneteweyî û yên hiqûqî siyaseteke durû didin meşandin, li aliyekî li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çalakvanên kurd ên li Sûriyê û Tirkiyê bêdeng dimînin, di heman demê de metirsiyên xwe yên der barê zêdebûna tundiyê de rave dikin ku dê di encama vekişîna dewleta Tirk ji Peymana Stenbolê de rû bidin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hişyarî da ku bi vekişînê re dibe tundiya li dijî jinan zêde bibe û vekişîna ji peymanê şermezar kir.

Di vê çarçoveyê de sekreterê giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Anis Callamard got: “Dewleta Tirk rewşa li Tirkiyê ya têkildarî mafên jinan, zivirand 10 salên berê.”

Ruxmî daxuyaniyên şermezarkirinê yên ku bang li Tirkiyê kirin ku ji peymanê venekişe, lê hemû rêxistinên hiqûqî yên ku mafên jinan diparêzin tu daxuyanî têkildarî bûyera şehîdxistina Deniz Poyraz nedan, ev sûca hovane rexne nekirin ku ji aliyê çeteyê erdoganî ve pêk hatiye.

Girêdayî sedemên ku ji ber wê dewleta Tirk di radeya yekemîn de jinan dike hedef, profesora zanistên siyasî Fernaz Atiye got: “Pergala deshtilatê ya li Tirkiyê pergaleke zordest dûrî demokrasiya ku Erdogan wê îdia dike. Erdogan ji xwe re propaganda dike ku ew kesek demokratîk e lê di radeya yekemîn de ew pergaleke zordest e.”

Fernaz wiha domand: “Dewleta Tirk li ser astên hundir û derve bi tena serê xwe siyasetekê dike ku dûrî maf û qanûnên lihevkirinên navneteweyî ye. Berteka civaka navneteweyî ya li hemberî siyasetên xwe paşguh dike û lihevkirin û peymanan binpê dike. Bûyerên li herêmên dagirkirî yên li Sûriyê rû didin bi taybet li bakurê Sûriyê mînaka vê yekê ya herî berbiçav e.”

Têkildarî demokrasiya li Tirkiyê Fernaz ev yek destnîşan kir: “Helbet li Tirkiyê di bin deshilata AKP û serokê wê Erdogan de tu demokratî tune ye. Mînaka wê jî bûyerên ku piştî derbeya leşkerî pêk hatine ku wê demê pergala Tirk gelek kesayet û berpirsên saziyên Tirkiyê pê tawan bar kir û heta demeke dirêj li dijî wan, hemleyên girtinê dan meşandin bêyî ku qanûn û mafên mirovan di ber çavan re derbas bike.”

`HEDEFGIRTINA JINAN JI BO ÇEWISANDINA DOZA KURD E`

Girêdayî dijbertiya Tirk a li gelê Kurd Fernaz wiha axivî: “Dewleta Tirk ji bo çewisandina doza Kurd û tirsandina gelê Kurd, di serî de jinan dike hedef. Li dijî jinên kurd gelek sûc kirin ji ber ku di wê baweriyê de ye ku bi rêya van sûcan dikare bandorê li gelê Kurd bike.”

Fernaz wiha pê de çû: “Jin nîvê civakê ye, roleke mezin tê de dilîze. Ji ber wê dewleta Tirk bi rêya binpêkirina mafên jinan, girtinê, kuştina bê maf û tundiya li dijî wan bi taybet jinên Kurd hewl dide nasnameya vê civakê biçewsîne. Her wiha hewl dide dîmena civaka kurdî reş bike û doza kurd biçewsîne. Ji ber wê bela xwe dide her mêrek an jî jinek ku vî mafî, doza kurd û mafên Kurdan diparêze.“

Li gorî nêrîna Fernazê cewhera demokratiyê li ser xurtkirina jinan di tevahiya warên jiyan de bi taybet warên parastina mafên xwe ava dibe. Fernaz daxuyand ku ji vir diyar dibe ku dewleta Tirk ji demokrasî û azadiyê dûr e ji ber ku di sûcên kuştinan jinan û bikaranîna tundiyê de di asta jor de ye.

Têkildarî rêbazê nêzîkatiyên dewleta Tirk bi jinan re, Fernaz ev yek diyar kir: “Mixabin li Tirkiyê rêgezeke berovajî tê meşandin. Desthilata Tirk tam xwedî li taybetmendiya islamî dernakeve ku rêzê ji mafan û jinan re digire, di şer û nakokiyan de kuştina jinan, lîstina bi cenazeyên wan û heta kuştina zarokan qedexe dike. Heta xwedî li taybetmendiya rojavayî jî dernakeve ku rêzê ji mafên dîlgirtiyan re digire, dan û standina baş a dema nakokiyan esas digire, lîstina bi cenazeyan qedexe dike. Divê em ji bîr nekin çawa şervaneke kurd li herêmên dagirkirî yên Sûriyê ji aliyê Tirkan ve hat kuştin û bi cenazeyê wê hatin lîstin.”

Fernaz nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Em nikarin şervan û parêzvanên jin ji bîr bikin ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin sirgunkirin û tawanên nerast li wan hatin barkirin tenê ji ber ku maf xwe û mafên zarok û gelê xwe yên rewa û doza kurd parastin.”

`PIŞTÎ VEKIŞÎNA JI LIHEVKIRINÊ, ŞÎDET DÊ ZÊDE BIBE`

Têkildarî rewşa jinan li Tirkiyê beriya vekişînê û piştî wê profesora zanهstên siyasî Fernaz Atiye got: “Ruxmî ku dewleta Tirk endameke peymanê bû lê rewşa jinan li Tirkiyê bi giştî mîna ku min li jor nirxandî bû ye. Gelo bi vekişînê re wê rewşa çawa be. Teqez wê desthilattir û tundîtir be, wê bûyerên şîdetê li dijî jinan bi taybet kêmneteweyên din mîna Kurdan zêde bibe.“

`JI BER BERJEWENDIYÊN XWE HÊZÊN MEZIN HESABÊ JI DEWLETA TIRK NAXWAZIN`

Fernaz gotinên xwe wiha domandin: “Wekî ku min behsê kir dewleta Tirk sûdê ji rewşa herêmî û navneteweyî digire û qanûn û lihevkirinên navneteweyî bin pê dike. Bi dewletên mezin ên cîhanê mîna Rûsya û Amerîkayê re li ser berjewendiyên cuda dilîze. Ev yek bêdengiya civaka navneteweyî û ya rêxistinên navneteweyî ya li hemberî sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelên herêmê bi taybet Kurdan pêk tîne, diyar dike.”

`DEWLETA TIRK SÛDÊ JI BÊDENGIYA ŞERMÛK DIGIRE`

Fernaz diyar kir ku ddewleta Tirk hewl da ji bêdengiya dewletên Ewropayê û civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên wê yên li dijî Kurdan bi taybet mafên jinên kurd sûdê bigire û got: "Dewleta Tirk bawer dikir ku ev bêdengî dê têkoşîna jinên kurd û Kurdan û berevaniya wan a doza xwe kêm bike. Lê baweriya Kurdan bi doza xwe, baweriya jinên kurd bi vê dozê, her wiha baweriya wan ku ji mafên wan e di nava aştiyê de bin, ev hewldanên dewleta Tirka asteng kir û rê nedan ku bigihêje armancên xwe."

Fernaz girîngiya piştevaniya doza jinan û mafên wan destnîşan kir û wiha berdewam kir: “Ev yek dê dehfekê bide jinên Kurd û Kurdan bi giştî ku banga mafên xwe bikin, doza xwe bi ser bixin, piştgiriyeke mezintir ji bo doza xwe bi dest bixin û karibin li ser astên gel û fermî doza xwe ragihînin raya gişt.”

Fernaz got wek parêzvaneke mafên jinan ew sûcên li dijî jinan bi giştî û bi taybet li dijî jinên kurd  ên li Tirkiyê rû didin red dike.

Di dawiyê de profesora zanistên siyasî Fernaz Atiye rave kir ku ew piştgiriya jinên kurd dike û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Em piştgiriya têkoşîna wan dikin. Em serkeftinê ji wan re dixwazin. Em piştgiriya moralê wan dikin û di doza daxwaza mafên xwe yên rewa de em li rex wan in.”

(şx)

ANHA