Ambargoya li ser Şehbayê xeteriya karesateke aborî nîşan dide

Cotkar Mihemed Xelîl çav li rê ye ku ambargoya li ser kantona Şehbayê rabe, ji bo ku berhema kartolan bifroşe derveyî herêmê û lêçûnên mewsima çandiniyê bide. Komîteya Çandiniyê jî ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser herêmê ferz kiriye, êdî nikare alîkariyan pêşkêş bike.

Ambargoya li ser Şehbayê xeteriya karesateke aborî nîşan dide
13 tîrmeh, 2021   06:50
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Piştî çend mehan ji elaqeya bi kartolan, avdana wê û belavkirina semadê, cotkarên kantona Şehbayê dest bi çinîna kartolan kirin. Lê belê, li gorî pisporên kar û barên çandiniyê, mewsima îsal li gorî salên berê lawaz e.

Kantona Şehbayê bi çandina cureyên kartolan tê nasîn, ji ber ku axa herêmê ji bo çandina kartolan guncew e. Lê belê bi ferzkirina ambargoyê li ser herêmê ji aliyê hikumeta Şamê ve, îsal rewş cuda ye.

Hikumeta Şamê nahêle ku madeyên sereke wekî sotemeniyê, semad û pêdiviyên çandiniyê derbasî herêma Şehbayê bibin. Heke rê da jî, pereyên zêde li wan ferz dike. Îsal nirxê bermîlê mazotê giha 550 hezar lîreyên Sûriyê, ku berê bi 100 hezar lîreyên Sûriyê bû. Nirxê semadê jî berê bi 50 hezar lîreyên Sûriyê bû, lê îsal gihaşt 100 hezarî.

Komîteya Çandiniyê ya kantona Şehbayê bi hemû rêbazan ji bo serkeftina mewsima çandiniyê, alîkariyê dide cotkaran. Lê ji ber ambargoya giran a li ser herêmê re êdî komîte nikare alîkariyan wekî berê pêşkêş bike.

Cotkarê bi navê Mihemed Celal Xelîl ê Şehbayê ji ANHA`yê re dibêje ku ji ber siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî herêmê û barîna kêm a baranê, îsal zirareke mezin gihaşt mewsima çandiniyê.

Têkildarî rûpîvana ku Xelîl çandiye, dibêje: “Min sala borî 8 hîktar kartol çandin, min ji her hîktarekî nêzî 50 ton çinî. Îsal jî min 8 hîktar çandin, lê belê berhemê îsal ji salên borî kêmtir bû û her hîktarekî tenê 20 ton berhem da.”

Xelîl wiha behsa zirara ku gihaye mewsima çandiniyê dike: “Sedemên ku hişt berhema çandiniyê îsal lawaz be, girtina dergeh û rêyên tên Şehbayê ji aliyê hikumeta Şamê ve, pêdiviyên çandiniyê wekî semad û mazotê, ku êdî qet nayê peydakirin, heke hatin peydakirin jî bi nirxekî pir biha ne û cotkar nikarin bikirin.”

Xelîl wiha dewam kir: “Li gorî sala borî, diviyabû em zêdetirî 18 caran berhemên xwe av bidin, ji ber ku baran kêm bariya. Lê ji ber nepeydakirina mazotê me tenê 10 caran av da.”

Mihemed Xelîl hêvî dike ku rê werin vekirin da ku berhemên xwe bigihîne herêmên din ên Sûriyê jî û lêçûnên mewsima çandiniyê ya kartolan bide.

Endeziyara çandiniyê û hevseorkê beşê kar û barên çandiniyê ya kantona Şehbayê Nesrîn Mihemed Başir jî diyar kir ku piraniya cotkarên herêma Şehbayê piştî mercên zehmet, berhema kartolê çinîn, lê belê berhema wan li gorî salên berê kêm bû.

Nesrîn daxuyand ku çandina kartolan çavkaniya debara piraniya malbatên li Şehbayê ye û ji berê ve herêm bi çandina kartolan tê nasîn.

Nesrîn di axaftina xwe de destnîşan kir ku pirsgirêka sereke ya cotkaran ew e ku nirxê firotina berheman û lêçûnên mewsima çandiniyê li hev nayê û sedem spart dorpêça ku hikumeta Şamê li ser herêmê ferz dike û nepeydakirina mazotê .

Nesrîn diyar kir ku heke berhem ji derveyî herêma Şehbayê bên derxistin, wê cotkar karibin lêçûnên zirara mewsima çandiniyê ya îsal bidin. Her wiha destnîşan kir ku heke hikumetê girtina rêyan dewam bike, dê zirareke mezin bi cotkaran bibe.

Nesrîn diyar kir ku wekî kar û barên çandiniyê ji ber dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê ve, ew êdî nikarin alîkariyan bidin cotakaran. Nesrîn bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên navneteweyî kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin da ku rê û dergehan veke.

Nesrîn di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku salên borî li Şehbayê zêdetirî 700 hîktar bi kartolan dihatin çandin, lê îsal tenê 200 hîktar hate çandin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/N0L0bOQfGBk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>