Agir bi nexweşxaneyeke Zîqarê ket: 54 kesan jiyana xwe ji dest da

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku li nexweşxaneyeke parêzgeha Zîqarê ya Iraqê şewat derket, di encamê de 54 kesan jiyan xwe ji dest da.

Agir bi nexweşxaneyeke Zîqarê ket: 54 kesan jiyana xwe ji dest da
13 tîrmeh, 2021   06:43
NAVENDA NÛÇEYAN  

Li parêzgeha Zîqar şevêdin saet derdora 01.00’an de li Nexweşxaneya El-Îmam Hisên ku nexweşên korona lê dimînin, şewat derket.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê di encama şewatê de 54 kesan jiyana xwe ji dest dane. Lê hejmara birîndaran nehate dayîn.

Piştî şewatê Serokwezîr Mistefa Kazimî çû parêzgeha Nasiriyê û bi hêzên ewlekariyê re civînek çêkir. Di civînê de biryar hat girtin ku derbarê şewatê de komîsyonek lêpirsînê were avakirin. Kazimî her wiha Midûrê Tenduristiyê yê Zîqar, Midûrê Nexweşxaneya El-Îmam Hisên û Midûrê Beşa Agirkujiyê ya Zîqar ji erkê girtin, her wiha derbarê wan lêpirsîn hat destpêkirin.

Li Zîqar jî piştî şewatê welatiyan xwepêşandan li dar xist û dirûşmên wekî, “Şoreş ya Elî” berz kirin. Her wiha li dijî partiyên siyasî nerazîbûna xwe anîn ziman. Xwepêşandêran her wiha seyareya midûrê asayîşa Zîqar şewitand.

Di meha Nîsana borî de jî li Nexweşxaneya Bin-Xetîp a Nasiriyê şewat derketibû û 82 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 110 kes jî birîndar bibûn.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HB35lNghOeo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>