'Opozisyona Sûriyê bûye lîstoka di destê Tirkiyê de'

Seroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Asya El-Hisên got destwerdana Tirkiyê ya ji karûbarên Sûriyê re hişt ku berê şoreşa Sûriyê were guhartin û opozîsyon bûye lîstoka di destê Tirkiyê de.

'Opozisyona Sûriyê bûye lîstoka di destê Tirkiyê de'
13 tîrmeh, 2021   06:25
MINBIC

Seroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Asya El-Hisên bang li gelê Sûriyê kir ku li dijî dewletên dagirker hevgirtina xwe ava bikin.

Asya El-Hisên têkildarî hin komên Sûriyê yên ku îdia dikin ku "Opozîsyon" in, lê xizmeta Tirkiyê dikin û siyaset û ajandeyên Tirkiyê yê li Sûriyê pêk tînin, ji ajansa ANHA`yê re, axivî.

Siyasetmedara sûrî Asya El-Hisên destnîşan kir ku destwerdana derve ya ji karûbarên Sûriyê re, nexasim ji aliyê Tirkiyê ve, bû sedem ku berê şoreşa Sûriyê were guhartin.

Asya El-Hisên wiha dewam kir:"Dewleta Tirk Efrîn û herêmên din ên Sûriyê dagir kirin, ev jî mînaka herî nêz a isbata berjewendiyên Tirkiyê ye. Ji sedemên derketina şoreşa Sûriyê ji rêya xwe, parçebûna opozîsyonê ye ku îro di destê dewleta Tirk de bûye lîstok û dewleta Tirk çawa ku bixwaze, wan birêve dibe. Oposîzyona ku qaşo ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê tevgeriya îro xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk dike."

Asya El-Hisên bî bîr xist ku dewleta Tirk dîroka wê bi komkujiyên li dijî gelan û pêkanîna hovîtrîn cureyên sûcan wekî koçberkirina bi darê zorê û guhartina demografiyê, tê naskirin û wiha domand:" Kesên ku xwe wekî gelê Sûriyê bi nav dikin jî alîkariya dewleta Tirk dikin ku berjewendiyên xwe yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne."

Asya El-Hisên wiha dirêjî da axaftina xwe:" Herêmên di bin kontrola opozîsyonê de, êş û azar hene û gelê wir ji mafên xwe bê par maye. Lê opozîsyon şerê projeya neteweya demokratîk dike û hewl dide van herêman dagir bike da ku vê projeyê têk bibe."

Seroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî:"Em wekî  Partiya Sûriya Pêşerojê bang li opozîsyonê û tevahiya aliyan dikin ku li ser maseya diyalogê bicivin da ku ev alozî were çareserkirin. Her wiha divê em wekî gel li dijî dewletên dagirker hevgirtina xwe ava bikin da ku Sûriyê bigihînin ewlehiyê."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y8TxnWYYiFg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>