Ewropa beriya salvegera teqîna li Perava Beyrûtê cezayan li aliyên Lubnanê ferz dike

Wezîrê Karên Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian di civîna li Brukselê de got, dê civîneke Ewropî were lidarxistin da ku berî dawiya mehê cezayên li dijî aliyên lubnanî bibire

Ewropa beriya salvegera teqîna li Perava Beyrûtê cezayan li aliyên Lubnanê ferz dike
12 tîrmeh, 2021   19:04
BEYRÛT

Le Drian got: "Beriya demeke dirêj me ji desthilata Lubnanê xwest ku hikumetê ava bike û dest bi reformê bike."

Le Drian destnîşan kir ku Fransa gihişt lihevkirineke siyasî ku li gorî wê çarçoveya qanûnî ya birîna cezayan li dijî aliyên lubnanî were avakirin û diyar kir ku çaçroveya qanûnî ya cezayan dê beriya salvegera teqîna li Perava Beyrûtê hazir be. Her wiha got, armanca cezayan ew e ku zext li desthilata Lubnanê were kirin da ku hikumetê ava bike û dest bi reformê bike.

Bi mijarê ve girêdayî, nûnerê serokatiya Fransayê sibe (Sêşemê) serdana Lubnanê dike û doza  alîkardayîna bi Lubnanê re û doza perava û jinûve avakirinê gotûbêj bike.

Roja Çarşemê jî şaneyek ji Banak Pereyan a Naveteweyî serdana Lubnanê dike, roja Pêncşemê jî dê serokê hikumetê yê erkdarkirina Seed El-Herîrî dê li Misirê re bi serokê wê Ebdulfetah El-Sîsî re bicive.