TKŞ'ê êrişên dagirkeriyê yên li ser çiyayên Kurdistanê şermezar kirin

Tevgera Komunîst a Şoreşger a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrişê Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriya Tirk re jî şermezar kirin.

TKŞ'ê êrişên dagirkeriyê yên li ser çiyayên Kurdistanê şermezar kirin
12 tîrmeh, 2021   19:18
KOBANÊ

Endamên Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) a Herêma Firatê li qada Jina Azad a bajarê Kobanê kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Endamê Tevgera Komunîst a Şoreşger Ella Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk a dagirekr çekên NATO`yê li çiyayên Kurdistanê bi kar tîne û hate destnîşankirin ku ev yek dide diyarkirin ku NATO`yê di şerê li dijî Kurdan de alîkariya dewleta dagirker dike.

Her wiha bal hate kişandin ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û hate diyarkirin ku dewleta Tirk alîkariya ji hikumeta Başûrê Kurdistanê digire da ku rê ji artêşa wê re hêsan bike ku derbasî wê herêmê bibe.

Tevgera Komunist a Şoreşger bang li kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dakevin qadan û got: "Ji ber şerê li dijî gerîla şerê li dijî tevahî kurdan e, armanca jî têkbirina hewldanên kurdî yê bidestxistina azadiyê ye, li ser vê yekê divê her kes hevgirtina xwe ava bike û li dijî vê planê bisekine."

Di dawiyê daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk çawa li çiyayên Kurdistanê bi bin ket dê dîsa bi bin bikeve, di parastina gelê Kurd de û misogerkirina ewlehiya Kurdan de em bi gerîlayan bawer in."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MSO4fCpxEFo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>