Çeteyan li Girê Spî 3 sivîl revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Girê Spî ji malbatekê 3 kes revandin.

Çeteyan li Girê Spî 3 sivîl revandin
12 tîrmeh, 2021   18:39
EYN ÎSA

Çavkaniyan ji kantona Girê Spî ya dagirkerî gotin, çeteyên "Cebhet El-Şamiyê" ya girêdayî dewleta Tirk li gundê Eyn El-Arûs ê girêdayî kantonê ji malbatekê 3 sivîl revandin.

Li gorî çavkaniyan, kesên hatine revandin ev in; herdu bira Sedam û Xalid Îbrahîm El-Kero û pismamê wan Quteybe Îsamîl El-Kero ne.

Çavkaniyê da zanîn ku kesên hatine revandin sewqî navneda Polîsan a Leşkerî ya girêdayî hêzên dagirkeriya Tirk a kantona Girê Spî hatin kirin û hîn aqûbeta wan ne diyar e.

Dewleta Tirk a dagirker  û çeteyên wê sûcên qetilkirin, revandin û talankirina mal û milkan li dijî şêniyên ku li kantonê mane didomînin da ku wan tengav bike û di encamê de wan neçarî koçberiyê bike û demografiya herêmê biguhere.

(eh)

ANHA