Berxwedêrên 14' Tîrmehê bi meşeke girseyî li Qamişloyê hatin bi bîranîn

Şêniyên Qamişlo û endamên Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meşekê şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê hatin bi bîranîn.

Berxwedêrên 14' Tîrmehê bi meşeke girseyî li Qamişloyê hatin bi bîranîn
Berxwedêrên 14' Tîrmehê bi meşeke girseyî li Qamişloyê hatin bi bîranîn
Berxwedêrên 14' Tîrmehê bi meşeke girseyî li Qamişloyê hatin bi bîranîn
Berxwedêrên 14' Tîrmehê bi meşeke girseyî li Qamişloyê hatin bi bîranîn
Berxwedêrên 14' Tîrmehê bi meşeke girseyî li Qamişloyê hatin bi bîranîn
Berxwedêrên 14' Tîrmehê bi meşeke girseyî li Qamişloyê hatin bi bîranîn
Berxwedêrên 14' Tîrmehê bi meşeke girseyî li Qamişloyê hatin bi bîranîn
Berxwedêrên 14' Tîrmehê bi meşeke girseyî li Qamişloyê hatin bi bîranîn
Berxwedêrên 14' Tîrmehê bi meşeke girseyî li Qamişloyê hatin bi bîranîn
12 tîrmeh, 2021   18:27
QAMIŞLO

Bi wesîleya salvegera 39'an a berxwedana 14'ê Tîrmehê ya girîgeha Amedê, Federasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li bi diruşma "Bi rihê Berxwedana 14'ê Tîrmehê em têkoşîna Avaşîn, Zap û Metînayê silav dikin" dar xist.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û bajarokên girêdayî wê û bi dehan gaziyên şer ên herêma Cizîrê beşdarî meşê bûn.

Meş ji pêşiya çerxerêya Şehîd Rûber bi ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ve dest pê kir.

Di meşê de wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û pankartên bi nivîsên "Bijî berxwedana zindana Amedê", "Berxwedan jiyan e" û "Bijî berxwedana şehîdên zindana Amedê" hatin vekirin.

Li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin, piştre daxuyaniya Federasyona Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Em sala 11'emîn a Şoreşa 16'ê Tîrmehê dijîn, bi keda şehîdan me gihişt van rojan. Dema di 19'ê Tîrmehê de pir kesan digotin' Wê ev şoreş bi ser nekeve, temenê vê şoreşê pir nine û zû winda bike', An jî şreoşger îkar dikirin û digotin 'li Rojavayê Kurdistanê tiştek bi navê şoreşê li wir nine'. Heta gihişt asta ku zimandirêjiyê li şehîdên me bikin û bibêjin ew tabût vala ne. Lê ruxmî her tiştî û ruxmî zehmetiyan ev şoreş gihişt vê rojê. Ev jî bi keda şehîdan û gelê me yê welatparêzan bû. Lê pir hêz dixwazin şoreşa me li gorî xwe bidin naskirin û ji rastiya wê dûr bixin.

Şoreşa me ji destpêka ve xeta sêyemîn ji xwe re esas girt. Li hemberî wê her tim êriş hebûn û heta niha jî hene. Li hemberî van êrişan sekna berxwedêr hate raberkirin. Dijminahiya neteweya demokratîk hate kirin, di serî de jî Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra, DAIŞ, Îtîlaf. Ruxmî Îtîlaf  li pêş çavê cîhanê jinan, zarokan û mirovên temem mezin direvîne û gelek ji wan kuştin, binpêkirinan dike û li hemêmên dagirkirî guhertina demografîk dikin, tu kes dengê xwe nake. Lê ev nêzîkatiya cîhanê ku çavê xwe li sûcên dewleta Tirk re digirin, ew jî dide diyarkirin ku ewna jî şirîkên dewleta Tirk in.

Em ji bîr nekin ku dewleta Osmanî çawa belavî Rojhilata Navîn û deverên din bû. Li wan herêman zilm û zor bi xwe re anîn. Ew dewlet jî bi eynî ramanê li ser esasê talankirinê tevdigere. Bingehê dewleta Tirk ji kontra, jîtem, MÎT, Îxwan El-Muslimîn û mafya pêk tê. Li ser wê esasê siyasetê dike û siyaseteke neteweperest dimeşîne, li hemberî gelên din her cûre wehşetê dike, ne pîvan, ne exlaq û ne hiqûq li cem wan heye û ji pîvanên mirovahiyê dûr e. Siyasetmedarên ku li dijî fikirên AKP-MHP'ê re ne tenê girtin, cezayên herî giran li wan dibirin. Ev ne bes e; wan îşkence dikin û ên derve jî bi tehdîd û şantajan ve dixwazin bi wan gav paşde bidin avêtin. Lê dema dibîne nikarin gav bi wan paşde bidin avêtin, vê carê wan bi hehdîda kuştinê dixwazin teslîm bigirin.

Herî dawî li Îzmîrê kontrayê dewleta Tirk êrişî navenda HDP'ê kir, dixwest li wir komkujiyeke pêk bîn bîne, li wir jina Kurd Denîz Poyraz şehîd xist. Ev ne êrişeke nû ye, van êrişan li derveyî Tirkiyê jî pêk tînin. Desthilatdarên dewleta Tirk a faşîst ji ber ku kujeran berdidin li wan xwedî derdikeve, li Tirkiyê rojeke nine ku jin nayên qetilkirin.

Herî dawî Neteweyên Yekbûyî di raporek xwe de dibêje, YPG`ê zarokan tev li xwe dikin. Ev bê bextî ye ji rastiyê dûr e. Dixwazin rastiya me reş bikin û li gorî dilê Tirkiyê biaxivin. Bila biçin herêmên dagirkirî û binpêkirinên Tirkan bibînin. Dema zarokên Şehbayê, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dihatin qetlikirin Neteweyên Yekbûyî li kûr bû? Dema Tirkiyê çeka fosfor bi kar dianî û heta niha li Başûrê Kurdistanê bi kar tîne Neteweyên Yekbûyî ji bo van jî dengê xwe ne kir, ne tenê ev e, ava Firatê qut kiriye û daristana talan dike.

 Yekitiya Ewropa, saziyên jinan, saziyên mafên mirovan, saziyên mafên zarokan, saziyên xwezayê diparêzin, saziyên tiştên dîrokê diparêzin û saziya li hemberî çekên qedexekirî yekê ji van saziyan li hemberî Erdogan dengê xwe nekirin! Ji ber ku berjewendiyên xwe bi Erdogan re hene, li hember dagirkeriya wan bê deng in. Em  ê jî van planan vala derbixin, çi kesên ku bi navên Kurdan diaxivin, destên wan di destên Tirkan de ye an jî di destên Nesir El-Herîrî de ye, ew xayin in. PDK`ê dixwaze xeta îxanetê bide meşandin. Lê belê PDK`ê ji bîr neke ku Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, dewleta Tirk û çeteyên wê Îtîlaf El-Wetanî çawa xêr û bêrên herêmê talan dikin  û ger ENKS`ê dibêje tiştek bi navê binpêkirinan û kuştin û revandinê li Efrînê û herêmên dagirkirî nine, PYD`ê ne rast diaxive, ji ber ku ENKS`ê cihê xwe di Îtîlafê de digire û dixwazin em jî wek wan bibin xayîn û li gel Tirkan cihên xwe bigirin. Bila her kes bizanibe ku em vê bê rûmetiyê tu carî qebûl nakin.

A din jî; divê gelê me yê Başûr li hemberî dagirkeriya Tirkan serî rakin. Di dema hikumeta Başûrê Kurdistanê li ser bûdce kom bibû, lê bila bizanibin ku keremeta Kurdistanê ji bûdçeyê girîngtir e, ev rastiyek e, ger em li hemberî êrişkarî û dagirkeriya Tirkan nesekinin, tiştek bi navê Kurd namîne. Ne Yekitiya Ewropa û ne jî Neteweyên Yekbûyî wê dengê xwe nekin! Wê lê temaşe bikin. Ji bona wan berjewendiyê welatan beriya exlaq û pîvanên mafên mirovan e. Lê em vê jî bibêjin, em ê heta bêhna xwe ya dawiyê li hemberî her cûre êrişan li ber xwe bidin.

Bemire îxanet, bemire dagirkerî, bijî Serok Apo, bijî berxwedana gerîla."

Piştre daxuyanî radestî aliyên Neteweyên Yekbûyî yên li Qamişloyê hate kirin.

ANHA