Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd El-Hisên spart axê

Şêniyên Tebqayê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Mihemed El-Hisên li goristana Şehîdan veşartin.

12 tîrmeh, 2021   17:54
TEBQA

Şêniyên Tebqayê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Mihemed El-Hisên ê duh li bajarê Tebqayê li ser peywira xwe şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîdan spartin axê.

/ar/uploads/files/2021/07/12/173029_fwzh-almhmd.webp

Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Xweparastinê ve hate lidarxistin. Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Foza El-Mihemed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û di kesayeta şehîd Mihemed El-Hisên de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

/ar/uploads/files/2021/07/12/173045_mhmd-khald.webp

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Mihemed Xalid axivî  û soz da dayikên şehîdan ku dê xeta zarokên wan bişopîne û parastina ewlehiya herêmê bidomîne.

/ar/uploads/files/2021/07/12/173012_aasya-alghrby.webp

Di merasîmê de bi navê Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê, Hevseroka Komîteya Têkiliyan Asya El-Xerbî jî got: "Şehîdan bi xwîna xwe efsanên lehengî û fedekariyê nivîsnadin û mirov û xak rizgar kirin."

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Ereb nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenzayê şehîd Mihemed El-Hisên bi diruşmeyên "Şehîd namirin" hate veşartin.

ANHA