Wezarên Karên Derve yên YE: Ji bo Lubnanê îro tu biryar tune ne

Wezîrên karên derve yên dewletên endamên YE’yê da zanîn ku dê nîqaşên wan ên ku di civîna li Brukselê de li ser Lubnanê çêbibin, tu biryarên têkildarî çîna siyasî li welat de bi xwe re naynin.

Wezarên Karên Derve yên YE: Ji bo Lubnanê îro tu biryar tune ne
12 tîrmeh, 2021   14:07
BEYRÛT

Wezîran di dema çûna cihê civînê de yek helwest der barê Lubnanê de nîşan da û mijara Lubnanê bi "girêk" wesif kir, her wiha gotin ne gengaz e rewşa Lubnanê bi vî awayî berdewam bike.

Wezîran da zanîn ku nûnerên welatên wan ên di saziyên ewropayê de di lihevkirineke li ser stratejiya diyar li hember Lubnanê de bi ser neketin.

Di vê çarçoveyê de nûnerê bilind ê ewlehî û siyaseta derve ya YE’yê Josep Borrell diyar kir ku YE’yê bi hemû vebijêrkên guncaw ên ji bo rawestandina hilweşîna Lubnanê difikire, heke dewleteke endam jî ceza pêşniyar kirin, dê pêk werin.

Wezîrê Karên Derve yê Luxembourgê Jean Asselborn  destnîşan kir ku çareserî di destê lubnaniyan de û divê YE’yê helwestekê herî zelal ji bo alîkariya Lubnanê bike û ber bi rêya rast ve bibe.

Ji bo aloziyên siyasî, aborî, diravî û civakî yên li Lubnanê wezîran fikarên xwe anîn ziman.

Li aliyekî din jî dê wezîrên derve di civîna xwe de mijarên girêdayî Efganistan, Etyopiya û mekanîzmeya geşkirina rola siyasî ya YE’yê li ser qada navneteweyî nîqaş bikin.

(fr)