Dewleta Tirk guhertina demografiya Efrînê didomîne

Dewleta Tirk a dagirker guhertina demografî li Efrînê didomîne. Di vê çarçoveyê de bi hevkariya rêxistinên qeterî û kuwêtî avahiyên nû ji bo malbatên çeteyan ava dike.

Dewleta Tirk guhertina demografiya Efrînê didomîne
Dewleta Tirk guhertina demografiya Efrînê didomîne
Dewleta Tirk guhertina demografiya Efrînê didomîne
Dewleta Tirk guhertina demografiya Efrînê didomîne
Dewleta Tirk guhertina demografiya Efrînê didomîne
Dewleta Tirk guhertina demografiya Efrînê didomîne
12 tîrmeh, 2021   14:19
ŞEHBA

Çavkaniyan ji katona Efrînê ragihandin ku komeleya "Ereb Filistîn 48" û Komeleya "El-Eyş Bikerama" û "Eyadî Beyda" li gundên Elkê û Kefer Rûmê yê navçeya Şerayê avahiyên nû yên mêtîngeriyê ava dikin.

Li gorî çavkaniyan, komeleyên qeterî û kuwêtî  di navbera herdu gundên navborî de bi sedan darên zeytûnan ên bi temam jêkirin da ku avahiyan ji malbatên çeteyan re ava bikin.

Beriya niha jî komeleyên navborî li gundê Qîbarê yê êzidiyan ê girêdayî navenda bajarê Efrînê avahî ava kirin da ku xelkên ji Xûtaya tenê lê werin bicihkirin.

Hejmara avahiyên ku ji aliyê komeleyên îxwanî ve û bi çavdêriya dagirkeriya Tirk  li Efrînê hatine avakirin 18 derbas kir.

ANHA