Şahidên êrişên dewleta Tirk: Em ê berxwedana li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk bidomînin

Kesên ku ji topbarana dagirkeriya Tirk li ser navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê filitîne û şahîdên bûyerê kirine, Rûsya û hikumeta Şamê bi hevkariya bi dagirkeran re di qetilkirina sivîlan de, tawanbar kirin.

Şahidên êrişên dewleta Tirk: Em ê berxwedana li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk bidomînin
12 tîrmeh, 2021   12:47
ŞEHBA- ALAN REŞÎD- FÎRAS ÎBRAHÎM     

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bajarên Ezaz û Mari bi cih dibin, rojane kantona Şehbayê ku bi hezaran şênî û koçber lê dimînin topbaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heta niha li dijî zarok, jin û kesên temenmezin ên ku ji Efrînê koçî herêma Şehbayê bûne, gelek komkujî pêk anîne. Yek ji wan komkujiyan, komkujiya Til Rifetê ya sala 2019`an ku di encamê de 8 zarok û 2 mêr şehîd bûbûn û 8 kesên din birîndar bûbûn.

Artêşa Tirk a dagirker duh careke din navenda navçeya Til Rifet (komîna 7`an) bi balafireke bêpîlot topbaran kir, di encamê de 5 koçber û di nav de zarokekî 5 salî birîndar bûn. Zarokê birîndar ji bo dermankirinê rakirina nexweşxaneya bajarê Helebê.

Navên kesên birîndar bûne wiha ne: “Nîhad Mihemed Elî (32), Hêvîn Reşîd (40), Sûzan Mamo (30), Zeyneb Ereb (40), Welîd Ereb (5).”

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/07/12/113246_zynb-arb.jpg

Zeyneb Ereb ji ANHA`yê re wiha behsa kêliya rûdana bûyerê dike: “Saet nêzî 9:00`ê êvarê bû. Em li derve rûniştîbûn û zarokan li kolanê dilîst. Dûrî me bi 50 metreyan topek ket. Parçeyekî wê li lingê min ê rastê ket. Hevjîna kurê apê min, kurê birayuê min û hin cîranên me jî birîndar bûn.”

Zeyneb wiha domand: “Piştre şênî hatin alîkariya me, em birin nuqteyeke tenduristiyê û em hatin dermankirin.” Zeyneb got  ew ji topbarana kujer Erdogan natirisin û ew ê heta rizgarkirina EFrînê û vegera li warê xwe, li navçeya Til Rifetê li ber xwe bidin.

'HIKUMETA ŞAMÊ Û RÛSYA ŞIRÎKÊN DAGIRKERIYA TIKR IN'

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/07/12/113348_hfyn-rshyd_1.jpg

Hêvîn Reşîd jî ku ew jî ji topbaranê filitî, ji ajansa me re re wiha axivî: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê niyet dikin ku komkujiyeke din li dijî me pêk bînin. Beriya du salan li dijî 8 zarokan komkujî pêk anîbûn, komkujiyeke din jî li dijî jineke efrînî pêk anîn.”

Hêvîn diyar kir ku armanc ji wê yekê, valakirina navçeya Til Rifetê û dûrxistina şêniyan ji berxwedanê ye û Rûsya û hikumeta Şamê ji topbarana dewleta Tirk berpirsiyar nîşan da û got: “Ew li herêmê ne, lê ew hevkarên dagirkeriya Tirk di kuştina sivîlan de ne.”

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/07/12/113228_zynb-slyman.jpg

Zeyneb Silêman ku şahidiya bûyerê kiribû, wiha behsê dike: “Balafireke keşfê ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker duh komîna 7`an hedef girt. Di encamê de 5 kes û di nav de zarokekî biçûk birîndar bûn.”

Zeyneb wiha lê zêde kir: “Ruxmî topbarana domdar a bi çekên giran û balafirên bêpîlot jî, lê gelê Efrînê yê berxwedêr natirise.” Zeynbe her wiha bêdengiya navneteweyî li hemberî sûc û komkujiyên dagirkeriya Tirk li dijî zarok , jinan û kesên temenmezin şermezar kir.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/07/12/113313_mhmd-mamw.jpg

Welatiyê bi navê Mihemed Memo ku bapîrê zarok Mihemed Ereb e, wiha got: “Rûsya û hikumeta Sûriyê îdia dikin ku Til Rifetê diparêzin, lê bêdengiya wan li hemberî van sûcan nîşan dide ku ew şirîkên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di kuştina xelkê Efrînê de ne.”

Memo wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bila tevahî cîhan bibîne ku her çiqasî civaka navneteweyî çavên xwe li van sûcan bigire jî, lê şêniyên Efrînê wê heta rizgarkirina Efrînê û vegera li warê xwe, li Til Rifet û kantona Şehbayê bimînin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5bUxIDEza9I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>