ꞌSûcên li dijî jinan aliyekî şerê taybet ê li dijî civakê yeꞌ

Rêveberên Kongreya Star û nivîsgehên jinan ên li Heleb û Tebqayê hemû sûcên li dijî jinan red kirin û diyar kirin ku qetilkirina Aye û Eyde siyasetên şerê taybet e.

ꞌSûcên li dijî jinan aliyekî şerê taybet ê li dijî civakê yeꞌ
12 tîrmeh, 2021   06:39
NAVENDA NÛÇEYAN-HENAN MIHEMED-SELAM KÊRWAN

Têkildarî rêzesûcên di demên dawîn de li dijî jinan û zarokên wekî Aye û Eyde pêk hatine, ku ji aliyê malbatên xwe ve hatibûn qetilkirin, rêveberên Kongreya Star nêrnînên xwe anîn ziman.

Endama Rêveberiya Kongreya Star a Helebê Nehle Mistefa sûcên li dijî jinan şermezar kirin û got: "Sûcên qetilkirinê yên ku li dijî her du zarokan Aye û Eyde pêk hatin, siyasetên şerê taybet e ku netewdewlet di bin navê urf û adet û ol de, ferz dike."

Nehle destnîşan kir ku jinên red dikin ku bibin qurbaniyên adetan û li hemberî wan disekinin, têne qetilkirin û wiha lê zêde kir: “Ji ber  ku malbat daxwazên wan napejirînin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim piştî naskirina fikrên rêber Abdullah Ocalan, xwe îsbat kirin, ji bo azadiya xwe serî hildan û bi biryardarî li dijî hişmendiya baviksalarî sekinîn."

Der barê berpirsyariya ku dikeve ser mile Kongreya Star de da ku rê li van sûcan were girtin, Nehle ev nirxandin kir: "Divê xwe bigihînin tevahiya jinan da ku ev pirsgirêk werin çareserkirin. Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi armanca pêşîlêgirtina zewicandina zarokan, pirjinî, diyarkirina sedem û bandorên wê yên ji aliyê derûnî, fîzîkî û hişmendiyê ve, me pêngava vekirina dewreyan û lidarxistina civînên biçûk û serdana malan da destpêkirin."

Nehle hemû rêbazên tundiya li dijî jinan şermezar kir û destnîşan kir ku qetilkirin ne çareserî ye, bi rêya nîqaşê mirov dikare bigihêje adetên rast ên civakê.

Nehle bang li tevahiya jinan kir ku li dor Kongreya Star kom bibin da ku bigihînin azadiya xwe.

ꞌDIVÊ QANÛNÊN XURT WERIN PÊKANÎN DA KU SÛC WERIN RAWESTANDINꞌ

Berdevka Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê Nadiye Mihemed jî têkildarî mijarê got: "Divê rêveberî qanûnên xurt pêk bîne da ku sûcên li dijî jinan werin rawestandin."

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Leyla Mihemed jî got: "Em jin li dijî van sûcên dermirovî yên li dijî wê zarokê pêk hat û bû qurbana qaşo namûsê, disekinin. Ya ku qewimî bertekên plankirî ne û armanc jê ew e ku rêwîtiya têkoşîna jinan were rawestandin."

Leyla Mihemed ev li gotina xwe zêde kir: "Piştî ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê fikirî de rizgar bû, xwe pêş xistin û mafên xwe û rastiya xwe nas kirin, em dibînin ku hişmendiya mêrdestiyê li hemberî vê rizgariyê disekine û di bi bin navên namûs, şeref û adetan de jinan qetil dikin.”

Têkildarî vê yekê hiqûqnasa di Nivîsgeha Qanûna Şêwirî ya girêdayî Meclisa Rêveber a Tebqayê de Fîda El-Ebdullah wiha axivî: "Sûcê li dijî zarokê ne tenê sûcê li dijî mirovahiyê ye, di heman demê de sûceke ku armanc jê şikandina vîna jinan e."

Di dawiyê de rêveberan banga hesabxwestina ji kujerên zarokê li dadgeha edaleta civakî û meclisa jinan kir û gotin divê rêxistinên jinan û hiqûqnas beşdarî darizandina sûcdaran bibin û li gorî qanûnên jinan cezayên giran li wan ferz bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LIsJ4UkZdBE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vFkYx0mv_ys" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>