Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din bi Koronayê ketin
12 tîrmeh, 2021   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesek ji ber Koronayê li bajarê Dêrikê jiyana xwe ji dest da.

Mistefa piştrast kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên bi Koronayê ketine mêrek û 2 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 1

Qamişlo: 1

Reqa: 1

Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşiyên Koronayê 2 kes baş bûn.

Bi van daneyan hejmara pêketiyên Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gihaşt 18 hezar û 563 kesan, ji wan 764 kes jiyana xwe ji dest da û hezar û 881 kes baş bûn.

(dm)