Şêniyên Kobanê: Meclisa Ewlehiyê hewl dide gelê herêmê birçî bike

Şêniyên bajarê Kobanê got, dewletên di Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê de kom bibûn dixwazin gelê herêmê birçî bimîne da ku li gorî xwesteka xwe bi çarenûsa wan bilîzin.

Şêniyên Kobanê: Meclisa Ewlehiyê hewl dide gelê herêmê birçî bike
12 tîrmeh, 2021   04:06
KOBANÊ – NÎHAD KERHO

Careke din dewletên ku di Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê de kom bibûn, li peyî  berjewendiyên xwe ketin û rewşa gelê Sûriyê paşguh kirin. Ev yek bi domandina girtina dergehê Til Koçerê diyar bû.

Biryara ku ji aliyê Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ve derket hêrsek li gel şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêkir. Şêniyan got ew siyaseteke ku dixwazin gelê herêmê serî ji xwestekên dewletên ku bi çarenûsa gelê herêmê ji destpêka aloziya Sûriyê ve dilîze re û di serî de Rûsya û dewleta Tirk, bitewînin.

Têkildarî mijarê, welatiyên bajarê Kobanê ji ajansa me re axivîn.

/kr/uploads/files/2021/07/11/200407_-.webp

Welatiyê bi navê Bekir Elî wiha got: "Dewletên ku li Meclisa Ewlehiyê kom bibûn dixwazin gelê herêmê her tim birçî bimîne, da ku li gorî xwesteka xwe bi çarenûsa wî bilîzin. Armanca Rûsyayê jî ku em serî ji hikumeta Şamê re bitewînin ji bo ku hin herêmên nû bixe bin serweriya xwe de."

Bekir Elî wiha domand: "Rûsya dixwaze ku alîkarî di rêya yek dergehî de werin da ku karibe alîkariyan kontrol bike û şêniyên herêmên Rêveberiya Xweser ji wan bê par bihêle. Ev planeke rûsî – tirkî ye û armanca wê ew e ku gelê herêmê serî ji xwestekên wê re bitewîne û Rêveberiya Xweser neçar bike ku tewîzan bide."

/kr/uploads/files/2021/07/11/200426_-.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Xan Oso jî ev tişt got: "Rûsya dixwaze ku em serî ji xwestekên wan re li gorî berjewendiyên rejîma Sûrî bitewînin. Em ne dijî rejîmê ne lê belê em dijî kirinên wê ku rejîm li hember me û li hember gelê Sûriyê û fikrên wê yên şofînîst in. Lê Rûsya dixwaze ku em di bin serweriya rejîmê de bimînin."

Mihemed Xan Oso destnîşan kir ku pêwîstiya wan bi dergehê Til Koçer heye, heger careke din were vekirin dê sûdeke mezin bide şêniyên herêmê di aliyê tenduristî de nexasim ku kêmbûn di dermanên tenduristiyê de heye.

/kr/uploads/files/2021/07/11/200353_-.webp

Her wiha welatiyê bi navê Hec Henan Hec Narko got: "Rûsya serkeftina rejîma weke serkeftina xwe dibîne. Ji ber wê jî her tim dixwaze destkeftiyan ji rejîmê re pêk bîne û alîkariyan bi rejîmê ve girê dide da ku gelê herêmê ji alîkariyên mirovî bê par bihêle û red dike ku dergehê Til Koçer were vekirin û ev jî ji bo xurtkirina rejîma Sûriyê ye."

Hec Henan Hec Narko wiha dawî li axaftina xwe anî: "Vekirina dergehê Til Koçer dê sûdeke mezin bide herêmê nexasim koçberên ku zehmetiyan ji ber kêmbûna pêwîstiyên tenduristî û mirovî dibînin. Wek em zanin ku derman bi rêya rejîmê dighêje me, lê pir hindik digihêje me."

(bx)

ANHA