Di çalakiyên meha çandê de fîlimê "Çîroka bajarê wêrankirî"

Bi fîlimê "Çîroka bajarê wêrankirî", çalakiyên Meha Çand û Hunerê li bajarê Qamişloyê bi dawî bûn.

Di çalakiyên meha çandê de fîlimê "Çîroka bajarê wêrankirî"
Di çalakiyên meha çandê de fîlimê "Çîroka bajarê wêrankirî"
Di çalakiyên meha çandê de fîlimê "Çîroka bajarê wêrankirî"
Di çalakiyên meha çandê de fîlimê "Çîroka bajarê wêrankirî"
Di çalakiyên meha çandê de fîlimê "Çîroka bajarê wêrankirî"
11 tîrmeh, 2021   19:55
QAMIŞLO

Çalakiyên Meha Çand û Hunerê 9`ê vê mehê bi dirûşmeya "Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" dest pê kirin. Çalakî ji aliyê Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demorkatîk ve hatiye organîzekirin û dê heta 26'êTîrmehê dewam bike.

Çalakiyên Meha Çand û Hunerê di roj seyemîn de li bajarê Qamişloyê bi dawî bû.

Di roja dawî de fîlimê sînameyê yê bi navê "Çîroka bajarê wêrankirî" bi amadebûna bi dehan kesî li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate pêşandan. Fîlim ji berhemên Komîna Fîlim Rojava ye û di gelek mîhrîcanên cîhanî de, jê mîhrîcana New York hate pêşandan. Dema fîlim saet û 17 deqe ne û ji 3 beşan pêk tê.

Fîlim balê dikişîne ser êrişên komên çete yên DAIŞ'ê yên li ser Şengal, Kobanê û bajarê Ceza yê herêma Firatê, berxwedana şervanên azadiyê yên li hemberî van êrişan hate rizgarkirin, her wiha û serpêhatiyan şênî û şervanan di dema êriş û berxwedanê de.

Çalakiyên meha çand û hunerê li bajarê Qamişloyê bi dawî bûn û dê li deverên din ên herêma Cizîrê berdewam bikin.

(eh)

ANHA