​​​​​​​Dewleta Tirk li Til Rifetê 4 sivîl birîndar kirin- HATE NÛKIRIN

Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker navçeya Til Rifetê bomebebaran kir û 4 sivîl, di nav de zarok birîndar kir.

​​​​​​​Dewleta Tirk li Til Rifetê 4 sivîl birîndar kirin- HATE NÛKIRIN
11 tîrmeh, 2021   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov navenda navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bombebaran kir. Di encamê de 4 sivîl bi giranî birîndar bûn.

Navên sivîlên birîndar bûne wiha ne: Nîhad Mihemed Elî (32), Hêvîn Reşîd (40), Sûzan Mamo (30) û Welîd Ereb (5).

Artêşa Tirk a dagirker di 2019'an de Til Rifetê komkujiyeke pêk anî, di nav de 8 zarok bi giştî 10 sivîl şehîd bûn û 13 jî birîndar bûn.

ANHA