Komîteya Aborî ya Jinan projeya "Tenûr Îştar" berfireh kir

Komîteya Aborî ya Jinan a Hesekê projeya "Tenûra Îştar" a çêkirina nan fireh kir. Ev proje derfetên kar ji jinan re peyda kir.

Komîteya Aborî ya Jinan projeya "Tenûr Îştar" berfireh kir
Komîteya Aborî ya Jinan projeya "Tenûr Îştar" berfireh kir
Komîteya Aborî ya Jinan projeya "Tenûr Îştar" berfireh kir
Komîteya Aborî ya Jinan projeya "Tenûr Îştar" berfireh kir
11 tîrmeh, 2021   16:19
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Komîteya Aborî ya Jinan a Hesekê projeya "Tenûr Îştar" çêkirina nan berfireh kir û çêkirina pastan zêde kir. Proje derfetên kar ji 4 jinên dîtir ên navçeya Şedadê re peyda kir. Di merasîma vekir û berfirehkirina projeyê de endamên saziyên sivîl ên Şedadê û gelek şêniyên herêmê amade bûn.

Di merasîmê de, endama rêveber a Komîteya Aborî ya Jinan a Şedadê Menar El-Ilêwî vekirina projeyê pîroz kir û bang li jinan kir ku tev li projeyên mîna van bibin û wiha axivî: "Ji ber ku ev proje jinan xurt dike û wan teşwîs dike ku derbasî sûka xebatê bibin û bi xwe debara xwe bi cih bînin."

Li aliyekî din jî endama Komîteya Aborî ya Jinan a Hesekê Selwa El-Ehmed wiha got: "Armanc ji vê projeyan, di radeya yekemîn de xurtkirina jinan û alîkariya wan di peydakirina aboriyê de û sînordarkirina bêkarî û teşwîqkirina wan ji bo derbasbûna nava xebatê ye."

Selwa El-Ehmed da zanîn ku qezenca van projeyan ji karkerên projeyê re, lê tenê beşeke biçûk dikeve sendoqa komeleyê ku ji bo vekirina projeyên dîtir li herêmê bibe alîkar.

Selwa El-Ehmed wiha gotina xwe berdewam kir: "Projeya Tenûr Îştar a çêkirina pastan ji projeya yekemîn li herêmê ye û ji hêla jinan ve tê birêvebirin, her wiha derfetên kar ji 4 jinên dîtir re peyda kir. Ji ber ku destpêka vekirina wê tenê pêjandina nan bû û tenê 2 jinan bi rê ve dibir."

Selwa El-Ehmed da zanîn ku Komîteya Aborî ya Jinan a Hesekê amade ye ku alîkariya jinên herêmê bike û wiha pê de çû: "Her jinek li gel wê fikireyên projeyan hebe dikare pêşkêşî me bike û em ê jî li gorî derfetên xwe alîkariyê bikin."

Komîteya Aborî ya Jinan di demeke berê de projeya "Mala Mûnê" vekir ku derfetên kar ji gelek jinan vekirin.

(fr)

ANHA