Çeteyan li Efrînê sivîlekî din revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê sivîlek ji mala wî revandin û li beramberî berdana wî fidiye ji malbata wî xwestine.

Çeteyan li Efrînê sivîlekî din revandin
11 tîrmeh, 2021   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker sûcên dermirovî li Efrînê didomînin. Çeteyên "Cebha El-Şamiya" yên fermanên istîxbarata dewleta Tirk pêk tînin, sivîlek ji gundê Eltaniya yê girêdayê navçeya Raco revandin.

Li gorî çavkaniyan, sivîlê hatiye revandin navê wî Kemal Mihemed Cafer e, beriya 3 mehan ve hatiye revadin û wî birine cihekê ne diyar. Her wiha destnîşan kir ku çeteyan li beramberî serbesetberdana wî fidiye ji malbata wî xwestine.

ANHA