Ji metirisya ketina Kabulê di destê Talîban de, hêzên Efganistanê amadekariyan dike

Rayedarên Efganistanê ragihand ku wan pergala parastina hewayî vêxist da ku paytexta Kabulê ji bombe û moşkan biparêze.

Ji metirisya ketina Kabulê di destê Talîban de, hêzên Efganistanê amadekariyan dike
11 tîrmeh, 2021   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastina Efganistanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku pergala parastina hewayî ya nû hatiye çêkirin dê seat di 02:00'an de roja yekşemê were vêxist. Her wiha anî ziman ku vê pergalê rola xwe di cîhanê de li dijî moşekan îsbat kir.

Di 20 salan de, hêzên Amerîkayê baregehên xwe li Efganistanê bi pergalên ji cureya C-RAM a ku dikare moşekan bibîne û birûxîne, parast.

Li Efganistanê piştî vekişîna Amerîkayê, tevgera Talîban roj bi roj pêş de diçe û herêmên nû ji destê artêşa Efganistanê derdixe.

(dx)