Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Armanca dagirkeran şikandina îradeya jinê ye

Meclisa giştî ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da û tê de kiriyarên hovane li dijî gel nexasim jinan şermezar kir û got armanca êrişan ew e ku îradeya jina azad, bişkînin.

Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Armanca dagirkeran şikandina îradeya jinê ye
11 tîrmeh, 2021   12:30
HELEB

Meclisa Giştî ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di nava rêzeçalakiyên ku li dijî xeterî û qetilkirina jinan bi rêxistin kirine de, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya meclisa giştî ya taxê hate dayîn. Bi dehan nûnerên saziyên sivîl û saziyên jinan her wiha partiyên siyasî tev li dayîna daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî bi du zimanan hate xwendin, a kurdî ji aliyê endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Mihemed Behrî û ya erebî jî ji aliyê Hevserokê Mecilsa Taxa Şehîd Rûbar Îsa Mistefa ve hatin xwendin.

Di daxuyaniyê de behsa rewşa li herêmên dagirkirî hate kirin û hate gotin hêzên dagirker kiriyarên hovane li dijî gelê Sûriyê pêk tînin nexasim jinên têkoşer û kedkar û armanca wan ew e ku îradeya jina azad bi rêbazên xwe yên qirêj ji kuştin, girtin û îşkencekirinê, bişkînin.

Her wiha di daxuyaniyê de, kiriyarên derexlaqî ku li Efrînê têne kirin hatin şermezarkirin û wiha hate gotin:"Bi hezeran jin di girtîgehên çeteyan de rastî qirêjiya zihniyeta dagirkeran ji îşkencekirina bedenî û pislokojîk tên. Jin bi behaneyên derew tên girtin û li dijî wan destdirêj, îşkence û hewldanên şikandina îradeyê ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve li herêmên dagirkirî pêk tên."

Di daxuyaniyê de sûcên kuştina jinan bi hinceta namûsê li kantona Hesekê û li deverên din têne kirin hate şermezarkirin û hate destnîşankirin ku destên qirêj dixwazin bi hinceta parastina namûsê parçebûn û tevlîheviyê, derxînin.

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/so17bL8XJUA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>