Dewleta Tirk ava bendava Meydankê didize

Dewleta Tirk derdora 32 milyon metrekabik ava gola Meydankê ya navçeya Şerayê dizî û derbasî bendava Rîhaniyê ya li Tirkiyê kir. Piştî ku deriyên bendavê vekirin, kolanên navenda bajarê Efrîn tijî av bûn.

Dewleta Tirk ava bendava Meydankê didize
Dewleta Tirk ava bendava Meydankê didize
Dewleta Tirk ava bendava Meydankê didize
Dewleta Tirk ava bendava Meydankê didize
Dewleta Tirk ava bendava Meydankê didize
11 tîrmeh, 2021   13:49
ŞEHBA

Çavkaniyên herêmî ji navenda bajarê Efrînê ragihand ku kolanên sereke ya bajarê Efrînê tijî avê bendava Meydankê bû, di heman demê de avê vexwarinê li bajêr pir kêm e.

Li gorî çavkaniyan, dewleta Tirk di 3'yê Hezîranê de deriyên bendava Meydankî bi 20 cm vekir, ji ber vê yekê ava bendava Meydankê biherike dewleta Tirk  û bedava Rîhaniyê ya li Hatayê tije bû.

Li gorî çavkaniyan, dewleta Tirk a dagirker derdora 32 milyon metrekab ji avê bendava Meydankê dizî û ji ber ku deriyên bendavê vekiribûn av bi awayek mezin herikî kolanên sereke ya bajarê Efrîn. Lê li aliyekî din ava vexwrinê kêm e.

(dm)

ANHA