'Hevgirtin û xwedîderketina me ya li neteweya demokratîk wê komployan têk bibe'

Rûspiyên êlên Tebqayê gotin ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk gelek hewldan tên kirin, di nav de derxistina fitne û tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de.

'Hevgirtin û xwedîderketina me ya li neteweya demokratîk wê komployan têk bibe'
11 tîrmeh, 2021   10:09
TEBQA

Gelek aliyên dijberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin rêveberiyê bi rêya derxistina fitneyan di navbera wê û gel de û derxistina êlan li dijî wê, têk bibin.

Girêdayî mijarê, rûspiyên Tebqayê ji ajansa me re nêrînên xwe rave kirin.

Şêxê êla El-Bû Xemîs Hisên El-Raşid got: “Ne dûr e ku hewldanên têkbirina Rêveberiya Xweser berdewam bikin, ji ber gelên wê xwedî li fikirê neteweya demokratîk derdikevin. Ji lew ra bûye armanca hemû hêzên kapîtalîst û yên zordest. Ew dixwazin vê projeya nû lawaz bikin ku li ser fikirê rêber Abdullah Ocalan a rizgarkirina neteweyan û sekna li hemberî modernîteya kapîtalîst ava bûye.”

El-Raşid wiha domand: “Hinek aliyên dijberî projeya neteweya demokratîk hewl didin fitneyê derxin di serî de dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê. Ew dixwazin vê projeyê têk bibin."

El-Raşid piştrast kir ku êlên herêmê piştgiriya rêveberiya herêmê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin da ku eniya hundir a li hemberî hewldanên derve yên têkbirina projeya neteweya demokratîk xurt bikin.

Li aliyekî din hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê û şêxê êla El-Welda Hamid El-Ferec got: “Dewleta Tirk û hikumeta Şamê her tim hewl didin bi rêya derxistina fitneyê di navbera şêniyan de, ewlehiya li herêmê têk bibin. Lê wê negihêjin armanca xwe, bi saya hevgirtina gelên herêmê û hişyarbûna wan a li hemberî komployên li dijî herêmê, wê ev hewldan bi bin kevin.”

El-Ferec wiha domand: “Li hemberî hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de em ê piştgiriya QSD`ê bikin. Em nahêlin tu kes ewlehiya herêmên me têk bibe.” 

Rûspiyê êla El-Weheb Cemal El-Nihêtir jî der barê mijarê de wiha axivî: “Gel û rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya hev du dikin. Li hemberî hemû hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê li ber xwe didin û dikarin hemû astengiyên li pêşiya projeya neteweya demokratîk dibin bend,  derbas bikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/k0alqN4GlRA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>