Ekrem Hiso: Komîteya Komxebata Diyalogê dê biçe Başûrê Kurdistanê

Ekrem Hiso diyar kir ku komîteya Komxebata Diyalogê amadekariyên çûyîna Başûrê Kurdistanê dike, da ku pêşniyarên di komxebatê de derketine bi hêzên kurdistanî yên Başûr re nîqaş bikin.

Ekrem Hiso: Komîteya Komxebata Diyalogê dê biçe Başûrê Kurdistanê
11 tîrmeh, 2021   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava di 8`ê Tîrmehê de li bajarê Qamişlo komxebateke diyalogê li dar xist. Komxebat bi dirûşma “Bi yekitiyê em ê dagirkeriyê têk bibin û rê li şerê navxweyî bigirin” hate lidarxistin û bal kişand ser xeteriyên dagirkeriya Tirk li ser Kurdistanê di aliyê dîorkî de û li ser helwesta kurdî di vê qonaxê de.

Di komxebatê de 9 pêşniyar derketin, ya sereke bangawaziya hêzên kurdî ji bo pêkanîna hevpeymana sala 1982`an a di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de. Her wiha bang li rayedarên PDK`ê hate kirin ku hêzên xwe neşîne herêmên şer da ku şerekî navxweyî dernekeve. Her wiha hin pêşniyarên din ku banga diyaloga di navbera hêzên kurdî de û rêgirtina li şerê navxweyî dikin, hebûn.

Di dawiya komxebatê de, komîteyek hate avakirin da ku pêşniyarên ji komxebatê derketine bi hêzên kurdî yên li çar parçeyên Kurdistanê re nîqaş bike.

Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û endamê komîteya ku di komxebatê de hatiye avakirin Ekrem Hiso destnîşan kir ku komîte amadekariyên çûyîna Başûrê Kurdistanê dike da ku pêşniyarên derketine bi hêzên kurdî û kurdistanî yên Başûr re nîqaş bike. Hiso dema çûyîna komîteyê ji bo Başûr diyar nekir.

Hiso her wiha da zanîn ku peywendî bi hêzên kurdî yên Başûr re pêk hatiye, lê belê ew hêz bi nav nekir û navaroka nîqaşan eşkere nekir.

(cx)

ANHA

 <iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fn6V3Z3GeKw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>