Iraqê têkildarî avê gef li Îranê xwar

Têkildarî qutkirina avê li ser herêmên rojhilatê yên Iraqê ji aliyê Îranê ve, Iraqê gef li Îranê xwar û anî ziman ku ew ê serî li aliyên navneteweyî bide da ku mafê xwe di avê de vegerîne.

Iraqê têkildarî avê gef li Îranê xwar
11 tîrmeh, 2021   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Çavkaniyên Avê ya Iraqê Mehdî Reşîd El-Hemdanî di civînek çapemeniyê de, Îran hişyar kir ku eger Îran israr bike ku çemên hevpar ji ser herêmên rojhilat qut bike û bi Iraqê re der barê aloziya avê de li gorî peymanên navneteweyî hevkariyê neke, ew serî li aliyên navneteweyî bidin da ku mafê xwe di avê de vegerînin.

El-Hemdanî diyar kir ku Tehran tu helwest nîşan neda û hê jî avê ji çemên Sêrwan, Karon, Kerxe û El-Wend li ser qezaya Diyala qut dike, di encamê de gel zirarên mezin dîtin.

El-Hemdanî destnîşan kir ku Îranê soza xwe ya lidarxistina civînekî ji bo ku vê mijarê nîqaş bikin, pêk neanî. Her wiha Tehran ji ber hilbijartinên Îranê ev civîn di Hezîranê de dereng xist.

(dm)