Leyla Mişo: Em ê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk têkoşîn û berxwedana xurt bikin

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî bêdengiya navneteweyî der barê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlên li gundewarên rojavayî Girê Spî, şermezar kir.

Leyla Mişo: Em ê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk têkoşîn û berxwedana xurt bikin
11 tîrmeh, 2021   08:57
EYN ÎSA-DÎCLE EHMED

Hevseroka Kantona Girê Spî Leyla Mişo, der barê êrişên dewleta Tirk li dijî gundewarê rojavayê kantona Girê Spî di du hefteyên borî de, axivî.

Gundên gundewarê rojavayê kantona Girê Spî Firêan, El-Siwan, El-Erîda, Slîb, Qizelî, depoyên Qizelî, Kobirlek, Bîr Kîtik, Misterîha û gundên din ên li eniyên şer bi dewleta dewleta Tirk re, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin. Di encamê de ziyanên madî gihaşt milkên wan.

Hevseroka Kantona Girê Spî, Leyla Mişo bêdengiya navneteweyî der barê êrişên hovane yên li dijî xelkê gundewarê rojavayê navçeyê de û bêdengiya garantora Rûsya li hemberî hedefgirtina sivîlan şermezar kir.

/kr/uploads/files/2021/07/11/085914_-.webp

Di dewama axaftina xwe de, Leyla bal kişand ser girîngiya piştgiriya berxwedana sivîlan li wan gundan û berxewdana wan li beramber pilanên dagirkeran silav kir.

Dagirkeriya Tirk malên sivîlan rasterast hedef digire. Ajansa me navên hin malên sivîlên ku li gundê El-Erîda rasterast hatine hedefgirtin belge kir. Di nav malên  ku hatine hedef girtin, mala Etiye El-Ibêd, Îbrahîm El-Hesen û Mehmed El-Zahir. Her wiha 16 pezên welatiyê bi navê Mehmûd El-Îsa li gundê Firîan mirin û zarokê 17 salî Mihemed El-Îbrahîm li heman gundî birîndar bû.

Leyla Mişo di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku êrişên xwe li dijî sivîlan li gundewarê rojavayê kantonê bisekinîne.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6gJ2p3fFNaE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>