Li herêma "bêçek" êrişên hewayî yên Rûsya

Balafirên şer ên Rûsyayê li dijî gundewarê başûrê Idlibê êrişên nû pêk anîn. Di 24 saetan de ev cara duyemîn e ku herêm tê bombebarkirin.

Li herêma "bêçek" êrişên hewayî yên Rûsya
10 tîrmeh, 2021   09:50
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê herêma bêçek û bi taybet li herêma Hereş Cozif a çiyayê Zawiyê ya gundewarê başûrê Idlibê bombebaran kirin. Heta niha agahiyên li ser wendahiyên canî nehatine bidestxistin.

Li gorî SOHR`ê, li herêmê baregehên leşkerî yên çeteyên Tehrîr Şam hene, di 24 saetan de ev cara duyemîn e ku herêm tê bombebarankirin.

(cx)