​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 kesên din bi covid-19 ketine.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 kesên din bi covid-19 ketin
10 tîrmeh, 2021   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku kesên bi Koronayê ketine 3 mêr, 4 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 4

Qamişlo: 1

Reqa: 1

Tebqa: 1

Mistefa diyar kir ku kesek baş bûye.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 18 hezar û 547 kes bi Koronayê ketine, 763 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 878 kes baş bûne.

(cx)