'Ebulhekîm Beşar bi daxuyaniyên derew sûcên li Efrînê dinixumîne'

Şêniyên bajarê Kobanê destnîşan kirin ku daxuyaniyên Ebdulhekmîn Beşar derew in û tu kes jê bawer nake û gotin: "Yên ku dibêjin Kurd in di hembêza dewleta Tirk a dagirker de ne azarên şêniyên Efrînê dîtin."

'Ebulhekîm Beşar bi daxuyaniyên derew sûcên li Efrînê dinixumîne'
10 tîrmeh, 2021   03:00
KOBANÊ

Li bajarê Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin sûcên dermirovî, binpêkirinên xwezayê û guhertina demogarfî rû didin. Berpirsên di ENKS'ê de ji van sûcan têr nebûn û vê dawiyê dewleta Tirk teşwîq dikin ku êrişî herêmên nû yên kurdan bike.

' JI OTÊLAN ÇÛN XENDEQAN'

Beriya çend rojan cîgirê serokê "Îtîlafa Sûriyê ya opozisyonê" û serokê Partiya Demorkat a Kurdistanê- Sûriyê Ebdulhekîm Beşar daxuyanî da û got: "Efrîn ewle ye û binpêkirin lê tune ne."

Nerazîbûnên li hemberî van daxuyaniyan didomin. Şêniyên bajarê Kobanê ji ANHA'yê re axivîn û gotin, ev daxuyaniyê xizmeta dijminên kurdan dike.

/kr/uploads/files/2021/07/09/194343_-.webp

Şêniyê bi navê Cuma Bozê got: "Em di pêvajoyeke çarenûsî de ne, li derdora me hene yên ku dixwazin me parçe bikin mîn ku berî sed salan em parçe kirin. Careke din li dijî me şerekî îdeolojîk tê kirin ku mîna wê nine. Em ji kesên ku ji hembêza dewleta Tirk  a dagirker derketine, ji otêlan derketine û çûn xendeqan û azarên Efrîn û şêniyên wê didin re dibêjin beriya ku hûn gotinekê bêjin, kunên di kampan de bibînin, di wan kunan de azarê şêniyên Efrînê de diyar dibe."

/kr/uploads/files/2021/07/09/194534_-.webp

Şêniyê bi navê Mizgîn Şahîn diyar kir ku daxuyaniyên Ebdulhekmîn Beşar ne rast in û go: "Em hemû dizanin ku li Efrînê sivîl têne revandin, jin tên tecawîzkirin, mal tên dizîn, hevalên min li wir hene nikarin ji malên xwe derkevin, ji ber ku heger derkevin dê çete dest deynin ser malên wan."

Mizgîn Şahîn diyar kir ku Tirkiyê ne ji bo parastina sûriyan tê, kesên mîna Ebdulhekmîn Beşar pir in ku di hembêza dijminê kurdan de rûdinên û berjewendiyên kurdan ji bo wan ne girîng e, xema wan tenê dolaran bistînin.

'TIŞTA KU LI EFRÎNÊ DIQEWIME, MÎNA KOBANÊ DI DEMA ÊRIŞÊN DAIŞ'Ê DE YE'

/kr/uploads/files/2021/07/09/194450_-.webp

Ciwana bi navê Sîdra Misto diyar kir ku daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar derew in, tu kes bawer nake û got: "Em hemû dibînin li Efrîn sûc û binpêkirin têne kirin, malên sivîlan wêran dikin, mîna ku beriya wê li Kobanê rû da dema ku çeteyên DAIŞ'ê êriş kirin."

/kr/uploads/files/2021/07/09/194514_-.webp

Şêniyê bi navê Mihemed Bozan ev tişt got: "Şêniyên me yên li Efrînê rojane rastî zilmê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve tên, Ebdulhekîm Beşar li şûna ku alîkariya şêniyên Efrînê bike xizmeta dewleta dagirker dike. Em hêvîdar in ku baş bifikire û nebe alaveke di destê Tirkiyê de."

/kr/uploads/files/2021/07/09/194404_-.webp

Xelîl Şêx Mihemed jî got, daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar derew in, bê bingeh in û wiha domand:"Şêniyên Efrîn koçber bûn, hinek li hundirê bajar mane nizanin wê çarenûsa wan çawa be. Em nizanin Ebdulhekîm Beşar û kesên wekî wî behsa kijan ewlehiyê dikin."

ANHA