Xelo: Heke hêzeke kurdî beşdarî êrişên Tirkiye bibe dê karesatek biqewime

Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo bang li eşîrên Kurd kir ku hemberî dagirekriya Tirk û êrişên wê yên li ser Başûrê Kurdistanê têkoşînê xurt bikin û hişyariya da ku heke hêzeke kurdî beşdarî van êrişan bibe dê karesatek biqewime.

Xelo: Heke hêzeke kurdî beşdarî êrişên Tirkiye bibe dê karesatek biqewime
10 tîrmeh, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN – MISTEFA ELO

Hekem Xelo di komxebata diyalogê ya KNK-Rojava ya ku roja pêncşemê bi diruşma "Bi yekitiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibin û rê li pêşiya şerê navxweyî bigirin"  hatibû lidarxistin de, ji ANHA'yê re axivî.

Xelo bal kişand ser xeteriyên êrişên Tirkiye û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr û beriya wê dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî encamên hişmendiya faşîzma Tirk e ku xwe dispêre qirkirina kurdan.

' ARMANCA TIRKIYE TUNEKIRINA KURDAN E'

Xelo bal kişand ser armanca dewleta Tirk a dagirkirina Kurdistanê û wiha domand: "Tirkiyê tenê dagirkirina erdnîgariya Kurdistanê bes nabîne, lê armacên xwe berfirehtir dike ku kurdan tune bike û wan ji dîrokê îmha bike."

Hekem Xelo diyar kir ku Tirkiyê li pêşiya projeyên xwe yên mêtîngeriyê her kurdekî wekî kelem dibîne û got: "Êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê ne tenê li dijî hêzên gerîla ne, lê belê li dijî hemû kurdan e. Heger ev êriş berdewam bikin dê tevahî destkeftiyên Başûr û tevahî kurdan bixe xeteriyê, ji ber ku dîroka dewleta Tirk li ser esasê tunekirine gelan ava bûye. Lê ji ber ku tenê Kurd hîna li hemberî wê li ber xwe didin, Tirkiyê hewl dide wan qir bike da ku planên xwe yên dagirkirina herêmê pêk bîne."

'ARMANC NE TENÊ KURD IN, LI DIJÎ EREB, SURYAN Û ERMENAN JÎ KOMKUJÎ PÊK ANÎNE'

Xelo îşaret pê kir ku tevahî gelên Rojhilata Navîn di hedefa gefxwarinên Tirkiyê de ne û ev li gotinên xwe zêde kir: "Armanca Tirkiyê ne Kurd tenê ne, dewleta Tirk di dîrokê de li dijî Ereb, Suryan û Ermenan jî komkujî pêk anîne. Ji ber vê yekê ji tevahî pêkhateyên herêmê tê xwestin ku li hemberî dagirkeriya Tirk helwestekê nîşan bidin."

Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê anî ziman ku her hêzeke kurdî ku bi taybet li Başûr ku bi Tirkiyê re hevkariyê bike ew dikeve xeta xiyanetê û got, armanca yekem a Tirkiyê gerîla ye û armanca duyemîn jî Başûr û destkeftiyên wê ye.

Xelo bal kişand ser lîstokên Tirkiyê û got, her çiqas hewldanênb Tirkiyê ên derxistina şerekî navxuyî yê kurdî hebe jî, divê hêzên kurdî û hêzên Başûrê Kurdistanê nekevin xefka van lîstokan.

'HEKE HÊZEKE KURDÎ BEŞDARÎ ÊRIŞÊN TIRKIYÊ BIBE DÊ KARESATEK ÇÊBIBE'

Hekem Xelo berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeriya Tirk silav kir û destnîşan kir ku Tirkiyê bi tenê gelek caran şerê gerîla kir, lê tu encam negirt û berxwedana gerîla lawaz nebû û got: "Heke hêzeke kurdî beşdarî êrişên Tirkiyê bibe dê karesek rû bide û dê bandorên wê li her kurdî bêyî cûdabûna nêrîna  siyasî hebe."

Xeleo şerê navxweyî red kir û wiha pê de çû: "Em Desteya Rûspiyan a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê careke din helwesta xwe diyar dikin ku şerê navxweyî red dikin."

Her wiha banga şermezarkirina êrişên Tirkiyê kir  û daxuyand ku ev êriş ne rewa ne û derveyî qanûnê ne.

Hekem Xelo bang li civaka kurdî bi hemû beşên wê, bi taybet eşîrên kurd û serokan kir ku li hemberî êrişên Tirkiyê yên li ser Başûr, Qers, Hewlêr, Kerkûk, Efrîn û Mehabad helwesteke neteweyî nîşan bidin û got: "Divê em neteweya xwe biparêzin ji ber ku em li pêşberiya xeteriya tunebûnê ne."

Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo di dawiya axaftina xwe de ev peyman da: "Divê eşîr li hemberî her kiryarekî dijberî kurdan û yekitiya wan bisekinin."

(bb)

ANHA