ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-07-2021'AN
9 tîrmeh, 2021   23:00

-Şêniyên bajarê Dêrikê cenazeyê şehîd Rêzan Cîhad Hesen li goristana Şehîd Xebat Dêrik vedişêrin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Osman El-Rîfaî li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Têkiliyên Eşîran a Hêzên Asayîşa Hesekê li avahiya Asayîşê ya taxa Kelasê tê vekirin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Desteya Serokatiya MSD'ê Sîhanok Dîbo banga vekirina dergehê Til Koçerê li pêşiya derbaskirina alîkariyên mirovî kir û got, divê mijarên mirovî neyên polîtîzekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bedran Çiya Kurd bal kişand ser hevdîtinên ku di navbera Rêveberiya Xweser û welatan de pêk hatine û got: "Têkilî û danûstandin pêş dikevin ku divê statûya siyasî bê qebûlkirin. Ji bo binkeftina DAIŞ mayînde bibe piştgirîdayîn nebes e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo bang li eşîrên Kurd kir ku hemberî dagirekriya Tirk û êrişên wê yên li ser Başûrê têkoşînê xurt bikin û hişyariya da ku heke hêzeke kurdî beşdarî van êrişan bibin dê karestek biqewime. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Kobanê banga yekitiyê li kurdan kir û got, şerê li dijî gerîla şerê li dijî tevahiya gelê Kurd e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Kobanê destnîşan kirin ku daxuyaniyên Ebdulhekmîn Beşar derew in û tu kes jê bawer nake û gotin: "Yên ku dibêjin Kurd in di hembêza dewleta Tirk a dagirker de ne azarên şêniyên Efrînê dîtin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Piştî du salan ji perwerdeyan, cara yekemîn e ku li yarîgehên herêma Firatê turnoveya futbolê ya jinan li dar dikeve, kesên vê xebatê dişopînin dibêjin, destpêkirina turnoveya jinan gaveke girîng e da ku jin bi vîna xwe rêya xwe vekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Di roja duyemîn meha çandê de, şanoyek li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo tê pêşkêşkirin, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Xalid Ebas El-Hesen xwendina tiba xwezayê li Misirê qedan û vegeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gundê xwe kilînk vegera da ku pîşeya xwe ya mirovî pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo xwendekarên ku di encama vîrusa koronayê de ders ji wan çûne, dewreyên perwerdeyê vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA