Şêniyên Kobanê: Divê gelê Kurd li hemberî  êrişên li ser Başûrê bê deng nemîne

Şêniyên bajarê Kobanê banga yekitiyê li kurdan kir û got, şerê li dijî gerîla şerê li dijî tevahiya gelê Kurd e.

Şêniyên Kobanê: Divê gelê Kurd li hemberî  êrişên li ser Başûrê bê deng nemîne
10 tîrmeh, 2021   01:55
KOBANÊ

Dewleta dagirker a Tirk êrişên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê berdewam dike, da  ku rûbera dagirkirina xwe ya ji erda Kurdistanê berfireh bike, ji ber vê yekê tevahiya rêbazên leşkerî bi kar tîne, li aliyekî din jî hewl dide di navbera hêzên kurdî de şerekî derxe. 

ꞌDAGIRKERIYA TIRK QIRKIRINA ME DIXWAZEꞌ

/kr/uploads/files/2021/07/09/194006_-.webp

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Feyad Şahîn ê ji gundewarê Kobanê axivî û got: "Em dixwazin li Rojava û her çar parçeyên Kurdistanê mafên xwe yên rewa bi dest bixin, ji ber ku ji beriya sedê salan ve em di bin zilim û zordariyê de ne û dixwazin wekî gelên din bijîn."

Feyad Şahîn li ser têkoşîna gerîlayan got: "Hêzên gerîla ji bo me şer dikin, em gelê Kurd nûnertiya hêzên xwe dikin û em zilma dewleta dagirker a Tirk qebûl nakin."

Şahîn di dawiyê de bang li gelê Kurd kir ku li hemberî êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê bê deng nemînin û ev lê zêde kir:"Dagirkeriya Tirk dixwaze me qir bike û ev şer li dijî tevahiya Kurdan pêk tê, ji lew re divê em hişyar û baldar bin."

'DIVÊ HÊZÊN KURDÎ YEKITIYA XWE AVA BIKINꞌ

/kr/uploads/files/2021/07/09/193948_-.webp

Şêniyê bi navê Fewaz Ebas ê ji gundewarê bajarê Kobanê wiha axivî: "Divê gelê me yê Kurd bûyerên li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê qewimîn û zilma çeteyan ji bîr nekin, divê gelê me yekitiya xwe ava bikin, ji ber ku ger yekitiya xwe ava nekin dê têk biçe."

Fewaz Ebas ev xal rêz kirin:"Em naxwazin şer di navbera gerîla û hêzên  pêşmergeyan  de derkeve, divê em li hemberî vî tiştî hişyar û baldar bin, metirsiya vî şerî heye, ji ber ku ew ê bibe sedem ku em careke din tune bibin, dîrok jî dê hesab ji me bixwaze, li ser vê yekê divê hemû hêzên kurdî yekitiya xwe ava bike da ku li dijî dijmin bisekine."

/kr/uploads/files/2021/07/09/193930_-.webp

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Elî Meşko yê ji gundewarê Kobanê axivî û got:"Gelê Kurd bang û daxwaza yekitiyê dike da ku em bigihêjin hevgirtinekê, ji ber ku di yekitiyê de hêz heye."

Meşko îşaret pê kir ku dewleta dagirker a Tirk û dewletên cîranê Kurdistanê dixwazin kurdan qir bike û nehêlin ku Kurd mafên xwe bi dest bixin.

/kr/uploads/files/2021/07/09/193911_-.webp

Şêniyê bi navê Iyad Farûq Şêx ê ji gundewarê Kobanê axivî û ev derbirî: "Em ji gelê Kurd re yekitiyê dixwazin, ji ber ku dijmin dixwaze me parçe bike, lê eger em yekitiya xwe ava bikin dê dijmin nikaribe li hemberî me bi ser bikeve. Armanca dagirkeriya Tirk ji şerê li dijî çiyayên Kurdistanê ew e ku me parçe bike, me ber bi şerekî birakujiyê ve bikişîne û me tune bike."

(eh)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Wjshgjzi5UE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>