NY’yê biryara Rûsya erê kir: Alîkarî wê di dergehên bin kontrola çeteyan de bê şandin

Neteweyên Yekbûyî biryara derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo  Sûriyê di dergehê Bab El-Hewa yê di bin kontrola çeteyan de erê kir.

NY’yê biryara Rûsya erê kir: Alîkarî wê di dergehên bin kontrola çeteyan de bê şandin
9 tîrmeh, 2021   17:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî biryara ku Konseya Ewlekariyê ya NY'yê pejirandiye, mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan ji bo Sûriyê bi rêya Tirkiyê heta salekê dirêj dike.

Nûnera DYA'yê ya li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas Greenfield got ku Washington û Moskove li ser derbaskirina alîkariyan ji bo gelê Sûriyê li hev kirin.

Êvara çarşemê, Îrlanda û Norwêcê helwesta Rûsya pejirandin û pêşnûmeya berê ya têkildarî derbaskirina alîkariyên mirov ji bo Sûriyê ku pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kiribû, guhertin.

Forma sereke ya pêşnûmeyê du tiştan destnîşan kir; Mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan di deriyê sînor ê Bab El-Hewa yê bi Tirkiyê salekê were dirêj dike, ev çarçeove tê dirêjkirin ku dergehê Til Koçerê yê bi Iraqê re di nav xwe de bigire.

Piştî qebûlkirinê, Îrlanda û Norwêc êvara Çarşemê pêşnumaya biryarê guherandin, dev ji daxwaza vekirina dergehê Til Koçerê berdan. Li ser vê yekê birayra vekirina dergehê Bab El-Hewa yê di bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê ya di lîsteya terora cîhanî de ye) de hate pejirandin.

Moskove, hewl dide alîkariyên navneteweyî wekî amûrekê zextê li ser gelê Sûriyê yên li herêmê derveyî serweriya hikumeta Şamê bi kar bîne da ku wan bixe bin kontrola hikumetê.

Bejirandina biryara girtina dergehê Til Koçerê li pêşiyê alîkariyên mirovî, asta pêçarebûna Neteweyên Yekbûyî û û dûrketina wê ji armancên wê diyar dike. Her wiha diyar kir ku bûye diketyeke ji bo rewakirina serdestiya hêzên mezin li ser gelan.