Alîkarê Wezîrê Derve yê DYA: Em ê bi QSD'ê re li dijî DAIŞ'ê bixebitin

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Joey Hood  got, welatê wê dê bi QSD'ê re li dijî DAIŞ'ê bixebite.

Alîkarê Wezîrê Derve yê DYA: Em ê bi QSD'ê re li dijî DAIŞ'ê bixebitin
9 tîrmeh, 2021   16:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Joey Hood di daxuyaniyekê de got: "Siyaseta me ya li Sûriyê guhertina rejîmê armanc nake."

Her wiha got: "Armanca me guhertina nêzîkatiyên hikumeta Sûriyê ye bi rêya prosesa siyasî ye ku Neteweyên Yekbûyî pêşengtiya wê dike ku gel diparêze."

Berpirsê amerîkî ragihand "Em ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dernakevin em ê bi Hêzên Sûriya Demokratîk re li dijî DAIŞ'ê bixebitin."