Koçberên Serêkaniyê di bin dirûşma "Em ê bimînin û vegerin" de komxebatek li dar xist

Koçberên Serêkaniyê bi dirûşma "Em ê bimînin û vegerin", ji bo nîqaşkirina sûcên ku dagirkiriya Tirk li Serêkaniyê pêk tîne, komxebatek li dar xist.

Koçberên Serêkaniyê di bin dirûşma "Em ê bimînin û vegerin" de komxebatek li dar xist
9 tîrmeh, 2021   08:49
HESEKÊ

komxebat li hola Tayfûr a li navenda bajarê Hesekê tê lidarxistin, her wiha tê de koçberên ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî bi hemû pêkhateyên wê, rûspiyên eşîran, nûnerên partiyên siyasî, Hêzên Sûriya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel û Jin, nûnerên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, endamên rêxistinên civaka sivîl û nûnerên koalîsyona Navneteweyî beşdar in.

Komxebatê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre endamê komîteya amadekar, Ciwan Îso dest bi vekirinê kir, her wiha li ser dîroka herêma Serêkaniyê sînevîzyonek pêşkêşkirin, li ser navê hêzên QSD`ê fermandarê giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî bi riya televîzyonê tevlî komxebatê bû û li ser binpêkirin û sûcên ku piştî dagirkirina Serêkaniyê hatine kirin, axivî.

Hêjayî gotinê ye ku di forumê de dê sê xalên sereke hebin. Xala yekemîn mijara hebûna dîrokî û pîvana herêma Serêkaniyê, ya duyemîn jî binpêkirin û sûcên li herêma Serêkaniyê hatine kirin, xala sêyemîn jî bi diruşmeya "Em ê bimînin û vegerin" dê vegere koçberan li bajarê wan teqez bike.

Her wiha armanca vê forumê ku avakirina binesaziyekê ku bibe nûner ji daxwazên gelê herêma Serêkaniyê ên ku banga bidawîkirina dagirkerî û vegera mal û warên xwe dikin re ye.

(dx)

ANHA